logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
  3. Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?
  4. Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
  5. Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan
news-details

Kurd koleyên Biratiya Îslamê ne

”Ma wê Biratiya Îslamî ji bo Neteweyê Kurd, ji destek û alîkariya biyaniyan ne çêtir be?” Li ser vê pirsek ji min kirin

  • Dîrok: 01/09/2008
  • Beş: Serbest

 

Zeynelabidîn Zinar

Di van demên dawîn de, hin dîtin bi rengê ”Ma wê Biratiya Îslamî ji bo Neteweyê Kurd, ji destek û alîkariya biyaniyan ne çêtir be?” dest pê kirine û li seranserê civata kurdewariyê digerin. Li ser vê geremolê, pirsek ji min jî hate kirin.

Bêguman ez jî wekî bîrewerekî ola Îslamê, her wiha wekî têbînekî kurd jî, li ser vê yekê sêwirîm, piştre min xwe xwedîmaf  dît ku ez jî dîtina xwe ya ji serpêhatî û tecrubeyên jiyanê, xasma yên pêvajoya Sedsala Bîstî û serê vê Sedsala Bîst û Yekê, pêşkêşê xwendevanan bikim:

Ev rastî li ber çavan e ku piraniya kurdan piştî daxuyaniya ola Îslamê ji aliyê Mihemed Pêxemberî (611) ve, xasma jî bi vexwendin û bi şerên di Sedsala 7, 8 û 9’an de, ola Îslamê pejirandine û hetanî serê vê Sedsala Bîst û Yekê jî, bi dirustî di Cîhana Îslamî de cihê xwe girtine. Her wiha ji kurdan pir kes rabûne ku desteka herî mezin jî dane bisilmantiyê, xasma bapîrê me yê bi şan û şeref Silhedînê Kurdî (Eyûbî) eger xwe nedabûna ber barê vê olê, çawa ku pisporên biyanî dibêjin, ola Îslamê niha ne di vê rewşê de bû. Lê belê ew wefadarî û dilsoziya ku kurdan ji Bisilman û bisilmantiyê re kiriye, mixabin Bisilmanan bi vajiyê wê ji kurdan re kiriye; derba herî xirab li kurdan xistine û di demên cuda cuda de wêranî, malxirabî, talan û qetlîam bi serê wan ve anîne. Îcar divê kurd li ser vê biratiya li jorê pir bisêwirin û pêvajoya wê ya 1400 salan bidin ber çavên xwe ku çiqas xisar û ziyan jê dîtine.

Îcar pirsa sereke ev e, gelo wê ev Biratiya Îslamî ji niha û şûnde çi bide Neteweyê Kurd? Di vê der heqê de bi sedan pirs tên hişê mirov, hin ji wan ev in:

- Piraniya Kurdan girêbestê Ola Îslamê ne. Li gor Îslamê, Bisilman tev bira ne. Gelo Biratiya Îslamî heta niha sûdek daye Neteweyê Kurd?
- Bersiv: NA!

- Ma welatê kurdan di Sedsala 8 û 9’an de, piştre di 1639’an de ji aliyê dijminê Biratiya Îslamî ve hatiye vegirtin û dabeş bûye?
- Bersin: NA!

- Ma hetanî serê sala 1800’î jî, ji bilî Biratiya Îslamî wekî din baweriyek û dîtinek cuda,  her wiha hevkariyeke kurdan bi dijminê Biratiya Îslamî re çêbûye? 
- Bersiv: NA!

- Ewên ku heta niha jî kurdan wekî “terorist, şeytan û kirêkar bi nav kirine û li kirina xwe her didomînin jî, ma dijminê Biratiya Îslamî ne?
- Bersiv: NA!

- Ewên ku her tim qetlîam û kitebirriyê ji Neteweyê Kurd nehêvişandine, ma dijminê Biratiya Îslamî ne?
- Bersiv: NA!

- Di Sedsala Bîstî de, qetlîama Geliyê Zîlan, ya Dêrsimê, Enfala Başûr, jin û zarok û kal û seqet jî di navê de, ma ne ji aliyê Bisilmanan ve hatine kirin?
- Bersiv: ERÊ!

- Ewên ku serweta Kurdistanê ya sererd û binerd ji xwe re dibin û kurdan birçî dihêlin, lêçûya ku li welatê wan dikin jî tenê ya leşkerî ye, ma ne birayên Biratiya Îslamî ne?
- Bersiv: ERÊ!

- Asîmîlasyona kirêt a ku li ser Neteweyê Kurd bê rawestin tê domandin, ma ne ji aliyê birayên Biratiya Îslamî ve tê kirin?
- Bersiv: ERÊ!

- Li dinyayê 54 dewletên Bisilman ên “Biratiya Îslamî” hene. Ev e du sed sal in jî Kurdên Bisilman tûşê qetlîaman dibin. Ma piraniya van dewletan destek nedane qetlîamkaran an li pêşberê kiryarên wan bêdeng nemane?
- Bersiv: ERÊ!
 
- Evên ku kuştina Kurdan rewa dibînin, bi piranî ma ne ew in ku xwe oldarên herî qenc didin nasandin?
- Bersiv: ERÊ!

Hewceyê ku mirov bi sedan pirsên wisa bipirse û bi sedan bersiva pirsên wisa bide tune. Lewra her kiryar û kirêtiya kirêtkaran, peniyê çavan e. Kurd jî pê dizanin û dinyaya medenî jî rind pê hisiyaye. Lê di van deh pirsên li jorê de,  eger naveroka yeke tenê jî di sûda kurdan de be, hingê kurd wekî netewe bi dilxweşî pêşwaziya Biratiya Îslamî dikin. Lê her tişt vajî ye. Îcar madem ku ev biratî bi her awayê xwe li dijê sûda Neteweyê Kurd e, nexwe biratiyeke wisan ji niha û şûnde jî çu sûd nagehîne kurdan.

Bi baweriya min Biratiya Îslamî sûdekê nagehîne kurdan. Bi vajiyê wê, eger kurd pişta xwe bidinê, wê ziyaneke mezin jî bibînin, ji ber van sedeman:

1- Biratî û wekhevîtiya Ola Îslamê, tenê 30 sal domandiye. Ji vê demê re dibêjin ”Dewra Se´adetê”. Piştre ”karbidestiya îslamî”, Ola Îslamê kiriye şûr û pê heta niha jî desthelayiya xwe parastiye, her jî diparêze.

2- Li Cîhana Îslamî, parastina mafê mirovan û baweriya demokratiyê, her wekî sûc be, tê nirxandin. Hemwelatiyên Biratiya Îslamî bi navê bisilmantiyê têne îşkencekirin, têne zîndankirin, têne xeniqandin û bi gulebaranê têne kuştin.
 
3- Desthelatiya Sedam Huseyn, endamekî Biratiya Îslamî bû. Wî di 28 salên desthelatiya xwe de, çar mîlyon kes dane kuştin, 842 hezar ji wan kurd bûne, yên din bi piranî Erebên Şîa bûne. Li ser alaya xwe jî bi destên xwe ELLAHU EKBER nivîsîbû. Îcar dema Sedam digot; “rabest”,  ne tenê dewletên Bisilman, hin dewletên Ciristiyan jî, jê re diketin kemerbestê. Wekî mînak: Dinyayê dît ku kurd bi kimyaya Almanyaya demokrat û ya Holandaya mafparêz, ji aliyê rejima wî ve dihatin kuştin.

Binerin hemû Bisilman, dema li ba wan behsa kurdan dibe, di xeberdana xwe de dibêjin “Kurd Bisilman in û birayên me ne.”  Lê ka li van dewletên Bisilman binêrin, yekê tenê jî, mafekî herî hindin û piçûk jî nedaye kurdan. Di serê salên Şêstî de, tenê di Cemal Nasil, ji ber serdana Mistefa Berzanî ya Misrê, li radyona Qahîreyê, yek-du saet cih dabû axatina bi kurdî. Lê ev partiyên bisilman ên ku niha hikûmetan îdare dikin, her sal kongreyên xwe yên salane li dar dixin û guhartinên mezin dikin. Wekî pêşniyar jî, di wan de behsa Neteweyê Kurd nayê kirin.

Nijadperestîya Erebî û Fundamentalîstiya Îslamî, îro gefeke pir mezin e li ser gelên bêdewlet ên li Cîhana Îslamî wekî Kurd, Berber, Qiptî û hwd. Her wiha nijadperestiya tirkî jî gefeke mezin e li ser Neteweyê Kurd, Laz, Çerkez, Çaçan, Boşnaq û hwd. Jixwe xetera mezintirîn li ser kurd û belûcan, hem ji Cîhana Îslamî re hem ji demokratiya cîhanê re, nijadperestîya farisî û fundamentalîstiya Îslama Şîatiyê ye ku zêde bala kesî jî nakêşe ser wê. 

Erê rast e ku jiyana bi bawerî û bawermendî, pir xweş e, rind e û paqij e. Lê eger ev bawerî li ser bingeha biratî, rastî û dirustiyê be, hingê sergêjî û teşqele ji Biratiya Îslamî dernakevin. Her wiha ev yek eşkere ye jî ku kurd beşek ji Cîhana Îslamî ne û ji aliyê rêçika xwe ve jî bi piranî SUNÎ ne, beşeke hindik Elewî ne, ji Kurdan Êzîdî û Fileh jî hene. Îcar serpêhatiya van 700 salên bihurî, bi kurdan rind daye zanîn ku eger kurd ji bindestî û koletiya xwe ji wan re bêjin erê, kurdên sune birayên Biratiya Îslamî ne. Lê eger bi vajiyê wê be, kurd ”terorist” in, ”şeytan” in û ”kirêkar” in. Jixwe kurdên ne bisilman û yên elewî jî, hertim ji Biratiya Îslamî re berxên kêrê ne. 

Ev rastî jî derketiye holê, dema kurd Bisilmantiyê dikin, bi navê “paşverû”tî û “kevneperest”iyê têne tawanbarkirin. Lê dema kurd Bisilmantiyê nakin, îcar kurd bi navê “qomonîst” û “materyalîst”iyê têne dîtin. Yanî Biratiya Îslamî her tim bi çavekî nemirovane li kurdan nihêriye. 

Kurd wekî netewe miletekî ayînperwer e, dirust e, qedirzan e, xwedîsoz e, xwedîbext e, camêr e, dilovan e, xerîbdost e, xîretkêş e, aştîxwaz e, alîgirê hevalê xwe ye, daxwazkarê wekhevîtî û mirovatiyê ye. Her wiha Kurd miletekî serbilind e, eniya wî vekirî ye û girêdayê bi koka xwe ve ye. Her tim kurdan xwe sipartiye zend û bendên xwe û xwe muhtacê namerdan nekiriye; nanê xwe ji axê, ji kevir û ji daran derxistiye û derdixe; ev e duwazdeh hezar sal in jî kurd jiyana xwe li ser vê axa bav û kalên xwe didomîne. Çendî ku xelkê pir xirabî pê kiriye jî, lê ew li pey torlhildanê negeriyaye. Mînaka vê jî, li başûrê Kurdistanê (1991) hate dîtin.

Lê belê jiyana wisa bi dilekî saf û bê maf jî, rewa nayê dîtin. Eger di pêvajoya mêjû de rêxistineke îslamî, yan dewleteke Bisilman piştek û destek dabûna kurdan, helbet wê kurdan ew “qencî”ya wan ji bîr nekira. Lê eger niha kurd rabin û pişta xwe bidin Biratiya Îslamî, wê di warê siyasî de gora xwe bikolin. Nexwe berî her tiştî divê di serê pêşî de Biratiya Îslamî berpirsyariya xwe ya li pêşberê Neteweyê Kurd bi cih bîne. Lewra îro pir zelal û eşkere ye ku niha kurd koleyên Biratiya Îslamî ne.

Hêvîdar im ku wê kurd di deme kurtekê de ji koletiyê rizgar bibin. Bila Xwedayê dilovan alîkariya Neteweyê Kurd bike.
Her şad û bextewer bin…
 
pencinar@bredband.net

***

Nivîsên Zeynelabidîn Zinar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Zeynelabîdîn Zinar: Uslûba Axaftinê*

 

Parve Bike

Youtube Me

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 09 2026

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

news
  • 03 09 2026

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
  • 03 09 2026

Bi nêrîneke derûnkolerî (Psychoanalysis) fîlmê 'The Post'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Yildiz: Ji cihê min hiştî ezê dewam bikim

ad

Çil hejmarên 'Kurmancî' derketin

ad

Ji zindanê pirtûka ‘Jin û Zindan’ derxist

ad

Hevserok û rêveberiya nû a PEN’a Kurd diyar bû

ad

‘Konferansa Zimanê Kurdî’ li dar ket: Mijarê dê bibin qada navneteweyî

ad

Polanya ji Almanyayê tazmînatê dixwaze

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir

  • 16 09 2026
news

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

  • 16 09 2026
news

Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!

  • 16 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname