Diyarname
Derhênera fransiz Agnes Varda roja 29'ê adarê di 91 saliya xwe de wefat kir.
Derhênera fransiz Agnes Varda ku wekî pîra "Pêla Nû" dihat binavkirin wefat kir. Ew bi taybetî bi fîlmên xwe yên wekî
"La Pointe-Courte" (1955), "Cleo de 5 a 7" (1961), "Sans toit ni loi" (1985) dihat nasîn. Her wiha belgefîlmê wê "Les Glaneurs et la glaneuse" (2000) jî gelek bal kişandibû. Wê herî dawî di sala 2018'an de bi navê "Visages Villages" fîlmekî kişandibû.
Ew di 30'ê gulana 1928'an de li Ixelles a Belçîkayê hatiye dinê.
Wê di jiyana xwe de gelek fîlm û belgefîlm kişandin. Bi van li gelek welatan xelat girtin.
Festîvala Fîlman a Cannesê "Xelata Rûmetê" dide derhênerên ku li dinyayê deng vedane lê nekarî Xelata Palmiyeya Zêrîn bigirin. Festîvalê sala 2015'an (Festîvala 68'emîn) ev XElata Rûmetê da Varda. Ew yekemîn derhênera jin e ku bi vê xelatê hatiye xelatkirin.


