Diyarname
BDP ji bo di hilbijartinê de bikar bîne kampanyayeke piştgiriyê da dest pê kirin. Her kes li gor derfeta xwe beşdarî kampanyayê dibe.
BDP, li meclisê tekane partiye ku ji xezîneyê alîkariyê nagire. Ji ber vê jî di warê aboriyê de gelek zehmetiyê dikişîne.
Di demên pêş de wisa diyar e ku wê hilbijartineke li dar bikeve. BDP ji bo rewşa xwe ya aboriyê saz bike û di warê aboriyê de ji bo hilbijartinê amade be dest bi kampanyayeke aboriyê kir.
Li gor vê kampanyayê wê rexistinên navçe û bajêr ên BDP'ê pereyan bidin hev. Hate gotin ku ew li bendê ne her kes li gor derfetên xwe piştgiriya kampanyayê bikin. Yanê kî bikare bi lîrayek, kî bikare bi gelek lîrayan... Bê sînor, kî çi ji dest bê BDP li benda wê alikariyê ye.
Kesên bixwazin dikarin serî li rêxistinên navçe û bajan ên BOP'ê bidin.
Kampanyaya BDP'ê wê sê mehan bidome.
Li Aydin'ê rêxistinê dest bi berhevkirina alîkariyê kir. Wê ji kampanyaya li Aydinê hatiye girtin.


