Diyarname
Bi navê "Kurdgalnamek" pirtûkek derket ku ji aliyê Axwend Mihemed Salih Zengene Beluç ve di 1659-1660'ê zayînê de hatiye nivîsîn. Pirtûk qala dîroka kurdên belucî dike. Pirtûk ji aliyê Weşanên Azad ve hatiye weşandin.
Pirtûk di bin sernavê "Kurdgalnamek" (Kurdbêjname) bi jêrnava "Gencîne û Şahkareke Hêja ya Dîroka Kevn a Kurd û Beluçan" wekî cilda yekem hatiye weşandin. Ev pirtûka ku di sedsala 17'an de hatiye nivîsandin ji bo kurmancî û soranî hatiye amadekirin. Soraniya wê Hîwa Mihemed Zendî û kurmanciya wê jî Ziya Avci amade kiriye. Pirtûk dawî li nîqaşa belûcî kurd in an na tîne.
Nivîskar Axwend Mihemed Salih Zengene Beluç heta dîroka Medan diçe û nîşan dide ku belucî çawa kurd in. Nivîskar Belûc wisa dibêje: "Keyqubadê paşayê mezin ê Kurdê Madan di sala 853'yê beriya zayînê de bingeha dewleta Kurdan a Madî danî û piştre bi Efrasiyabê paşayê Tûranê re dest bi şer kir, Kurdên Belûçî bi piştgiriya Keyqûbad li dijî Efrasiyab şer kirin. Piştî şikandina Efrasiyab û dagirkirina navçeyên selteneta Tûranê, Keyqubad Kurdên Belûçî li navçeyên hatine dagirkirin, yanê Belûçistana vê serdemê ku dikeve rojhilatê selteneta Madê bi cih kirin. Kurdên Belûçî ku destpêkê wek Kurdên Madê û ligel şertên serdemê bi navê Belûç û birahuyî (Biraxoyî) hatine nasîn, vegeriyan ser erdê bav û bapîrên xwe Kurdistana kevn (Medya) û li navçeyên Belûçistanê vê serdemê bi cih bûne."
Pirtûk qala dîroka belûçiyan dike ku ji aliyê nijadî ve kurd in. Di pirtûkê de bi vî awayî qala vê têkiliyê û gotinên ku nivîskar anîne ziman dike: "Kesê ku navê wî derbas dibe di beşa yekem a kitêbê de behsa eslê xwe dike ku ji hoza Kurd a Zengene ye û Zengene jî ji tîreke hoza Badû ye. Her wisa pismamtiya xwe bi Kurdên Biraxoyî re nîşan daye ku ev her du tîre neviyên kurdên Bûd, Biraxom û Zengan in. Bûd bi xwe heftemîn kurê Mîr mad Kurd e."
Di pirtûkê de gelek agahiyên li ser eşîr, dîroka belûçiyan û têkiliya wan a kurdan tê pêşkêş kirin. Pirtûk beşek taybet a dîroka kurdan careke din derdixe ser dikê. Di dawiya pirtûkê de hin wêneyên mîrên wê serdemê jî hatine weşandin.
- Kurdgalnamek / Axwend Mihemed Salih Zengene Beluç / Amadekirina Kurmanciya wê: Ziya Avci / Cilda 1'em / Weşanên Azad / 2019 / 240 rûpel


