Diyarname
Fona Muzîka Azad a Dinyayê (Freemuse) li hemberî dozên ku li ser hunermend Ferhat Tunç hatine vekirin kampanyaya bi 5 zimanan da dest pê kirin.
Freemuse bi vê kampanyayê dixwaze dozê li hemberî Tunç hatine vekirin bêne betalkirin.
Kampanya bi zimanên îngilîzî, kurdî, tirkî, fransizî û almanî hatiye amadekirin û têde wisa tê gotin: "Ferhat Tunç tenê ji ber peyamên di tora civakî de belav kirine li Tirkiyeyê tê darizandin. Ji ber Ferhat Tunçî di înternetê de stran belav kirine, nûçeyên rojnameyan belav kirine, ji bo fikrên xwe bîne ziman twit weşandine, ji ber van bi îdîaya 'propagandaya terorê', 'heqareta li Serokomar' tê sûcdarkirin. Ji bo wî 20 sal cezayê hepsê tê xwestin."
Di dawiya metnê de wisa tê gotin, "Azadîya gotina hunerî yek ji mafên mirovan e. Ferhat tenê dixwaze muzîka xwe bi aştî çêbike û rastiyê bîne ziman – ev ne sûç e. Ji wezareta dadmendiyê li Tirkîyê e-peyam bişînin û ji rayedaran daxwaz bikin ku îthamên dijî Ferhat rabin.."
Lînka kampanyayê ev e:
https://actionnetwork.org/letters/ferhat-tunc