Diyarname
Mebûsa BDP'ê Sevahir Bayindir piştî 6 mehan bi kurdî vegeriya meclisê.
Bayindir ku di pûşpera îsal de di çalakiyeke li Şirnexê de polîsan ji panzêrê ava bişid bera wê û çalakvanên din dabû de qeset bûbû, encax baş bû.
Sevahir Bayindir bi gopalên xwe hat meclisê gotina Shakespeare "To be, or not to be" (bûyîn an nebûyîn) pêşî bi îngilîzî, dûre bi kurdî û paşê jî bi tirkî xwend. Bayindir got: "Ev bûyîn an nebûyîn we êşand. Vaye îro rewşa min, hebûna min a li vê derê ye, ev e. Hedefa bîrdoziya dewleta fermî kurd, jin, zarok, ciwan û kedkar in. To be, or not to be. Dibêje hûn hebin jî ez we tune dihesibînim. Hûn biyanî, ez ji bo we biyanî me. Ez ji we dipirsim birêz mebûsno, îro ez bi vî rengî diaxivim, berpirsê vê yekê ne hûn hemû ne? Bi tunekirina min hûn dibêjin qey hûnê gelê kurd tune bikin?"
Bayindir dûre wisa dom kir: "Ez parçe parçe bibim jî, ne çaqay min, her du lingên min bişkên jî wekî bawerî hûnê nikarin min ji têkoşîna azadiyê dûr bixin. Mirov bi mafên xwe mirov in."
Li ser gotinên mebûsên AK Partî jî Bayindir gopala di destê wê de nîşan da û got: "Vaye nimreya min a nasnameya Komara Tirkiyeyê:"
Bayindir, ji ber ku mebûsa AK Partî ya ji Malbatê Berpirsi xwedî li wê derneketiye xwest gopala xwe diyarî wê bike.
Foto: Serdar Ozsoy


