logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

KNK'ê rejîma Îranê û darvekirina Xizrî şermezar kir

Husên Xizrî hat îdamkirin. KNK û gelek kesên din îdamkirina wî şermezar kir.

  • Dîrok: 16/01/2011
  • Beş: Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê darvekirina ciwanê kurd Husên Xizrî şermzar kir û got: "Rejîma Îranê, carek din îmze avête bin hovîtiyeke derîmirovahiyê û ciwanê kurd Hûsên Xizrî darda kir."

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) helwesta rejîma Îranê ya li dijî darvekirina ciwanên kurd bi zimanekî hişk şermezar kir. KNK'ê der barê helwesta Îranê û darvekirina ciwanê kurd Hûsên Xizrî de daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: "Piştî 8 mehên bi êşkenceyên giran û girtina hucreyên yekkesî de, derxiste pêşberî dadgehê û bêyî parêzer û parastinê, di nava 10 deqîqeyan de bi cezayê dardakirinê ceza kir. Helwesta Îranê ku xwe wek Komara Îslamî bi nav dike, bi dardekirina ciwanên kurd û siyasetên li dijî gelê kurd; dijminatiya ola îslamî, baweriya Cenabê Elî û zarokên Elî, Huseyn û Hesen, dijminatiya "şerî'at"a cenabê Mihemed dike."

KNK'ê da zanîn ku Rejîma Îranê, bi navê Xweda û Îslamê, bi dewleta Tirk re kiryarên faşîzane, li dijî gelê kurd dike pratîkê û wiha berdewam kir: Ji sala 2007 û vir ve, dardekirina 8 ciwanên kurd, herî dawî dardekirina ciwanê kurd Husên Xizrî nîşaniya kiryarên dirrindeyî û hovane ye. Ne Xweda, ne pêxember û ne jî, mirov vê kiryara hovane û dirrinde erê dikin."

Rejîma Îranê li gel ciwanan malbatên wan jî ceza dike'

KNK'ê, daxuyand ku rejîma Îranê, ne tenê li dijî ciwanên digire û bi cezayê dardekirinê ceza dike; li dijî malbatên wan jî serî li kiryarên derî exlaqî û derî insanî dide û wiha dirêjî da daxuyaniyê: "Mînaka helwesta rayedarên Îtlaatê ya Umrmiyê, ku li hemberî bavê Hûsên Xizrî, Elî Xizrî nîşan da û bûne sedema qeyrana dil û mirina wî; dîsa girtina malbata Hebîbûllah Letîfî û mînaka jehrdayina gerilayên Kurd berî bi salekê, mînaka siyaseta li dijî tevahiya gelê kurd e. Rejîma Îranê, bi kîndariyeke qirkirinê û tunekirinê nêzîkî gelê kurd dibe û wiha pêde çû: Bêguman wê gelê kurd jî, siyaseta xwe ya li hemberî rejîma Iranê dibin çavan re derbas bike. Em weke KNKe, di vê pêvajoya dijwar û dîrokî de, bala tevahiya kurdan dikişînin ser bûyer û pêşketinên dawî û dibêjin; ne tenê gelê kurd li Rojhilat, ne tenê gelê kurd li Bakur û Başûrê Rojavayê Kurdistanê di bin talûkeyê de ne; tevahiya gelê kurd li 4 parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat dibin tehlokê de ne."

KNK'ê da zanîn ku nûnerên gelê kurd li li derveyî welat Frensa, Italya, Espanya û Elmanya jî têne girtin û herî dawî endmaê KNK'ê Nizameddîn Toguç, li Wenedîkê hate girtin û hîna jî li Italya tê dadgehkirin.

KNK'ê siyaseta rejîma Îranê û dardekirina ciwanên Kurd û herî dawî dardekirina ciwanê Kurd Hûsên Xizrî bi tundî şermezar kir û wiha dawî li daxuaniyê anî: "Em weke KNKê, careke din bang li gelê kurd teva, li partîyên siyasî teva dikin ku rewşa xwe dibin çavan re derbas bikin û fêm bikin ku çareserî û dahatûya gelê Kurd ya azad û jiyana bi rûmet, di pêkanîna Yekîtiya Neteweyî de ye. Heya ku tifaqa Kurdan pêkneyê, dagirkerên Kurdistanê, wê siyaseta qirkirin û tunekirina kurdan bidomînin û di her kiryarê de dilê gelê kurd dax bidin. Pêwiste bê zanîn ku ne têkiliya Rejîma Îranê û bi dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê re heye. Di demek e ku doza qirkirina siyasî li Amedê dewam dikir de û desthilatdariya AKPê, ji bo mijarê biguhere, dabaşa peykerên ucube derxiste pêş, rejîma Îranê jî ciwanê kurd Hûsên Xizrî bi awayekî dirindeyî dardekir. KNK rejîma Îranê şermezar dike û bang li nûnerên kurd û partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û civakî yên cîhanê teva dike ku li dijî kiryarên hovane û dirrindeyî, dengê xwe bilind bikin." KNK'ê ji welatên ewropayê ku xwe wekî pêşengê demokrasiyê dibînin jî rexne kir û xwest li peymanên xwe xwedî derevin.

Li Batmanê meşa şermezarkirinê

Her wiha li Batmanê jî bi sedan kesî meşeke li dar xisti û bidarvekirina ciwanê Husên Xizrî şermezar kir.

Yaser Gulî: Îdam sûcê mirovahiyê ye

Berpirsyarê Federasyona Zindanên Kurdistanê Yaser Gulî: Bi îdamê Îran sûcekî hovane dike

Berpirsiyarê Ferderasyona Zindanên Kurdistanê Yaser Gulî li bajarê Silêmaniyê darvekirinên ciwanên kurd ên ji aliyê dewleta Îranê ve bi zimanekî tund şermezar kir. Gulî da zanîn ku Husên Xizrî bi awayekî bêhiqûqî hatiye darvekirin. Gulî got: "Agahiyê me der barê girtiyan de hene lê pir kêm in."


Alinak: 'Şerm bikin Huseyîn Xizrî hate darvekirin'
 
Parlementerê DEP'ê yê berê Mahmut Alinak, jî bertek nîşanî darvekirina Xizrî da got: "Mixabin siyasetmedarên kurd û tirk li hemberî vê kambaxiyê bêdeng dimînin. Şerm bikin. Ger ku zarokên we bihatana darvekirin hûn dê wisa xemsar ba? Ma qet wijdan li cem we tune ye? Ez we li kê gilî bikim? Li Xwedê ango we li ciwanên kurd Îhsan Fetahiyan, Ferzad Kemanger, Huseyîn Xizrî, Fesîh Yasemin ... gilî bikim."

Husên Xizrî ku li girtîgeha Urmiye bû wekî endamê PJAK'ê ye hatibû darizandin û biryara îdamkirinê hatibû dayîn. Televîzyona Îranê duh (15.01.2011) ragihand ku girtiyek li girtîgeha Urmiye hatiye îdamkirin, lê nehat gotin ku kî ye. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku ewê hatiye dardekirin Husên Xizrî ye.


 

Parve Bike

Youtube Me

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di du saliya xwe de BÊRÛ

ad

Anne Hathaway û Rihanna jî beşdarî 'Ocean's 8' dibin

ad

Edebiyat an wêje?

ad

YNK’ê piştgiriya xwe ji bo rêveberiya Kantona Cizîrê eşkere kir

ad

Bulent Ersoy jî dê bi kurdî bistrê

ad

Di çanda kurdî de çend şaxên zanistiyê hen?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname