logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Bajar bi bajar pîrozbahiya Newrozê

20'ê mehê li gelek bajaran Newroz hate pîrozkirin. Vaye bajar bi bajar pîrozbahiya Newrozê:

  • Dîrok: 20/03/2011
  • Beş: Nûçe

20'ê mehê li gelek bajaran Newroz hate pîrozkirin. Vaye bajar bi bajar pîrozbahiya Newrozê:

Li Batmanê 100 hezaran kes meşiyan

Li Batmanê zêdetirî 100 hezar kesî li qada Newrozê hate ba hev. Parlamenterên BDP'ê Ayla Akat Ata, Bengî Yildiz, Parlamentera berê ya Parlamentoya Ewropayê Feleknas Uca, nûnerên rêxistinên sivîl ên demokratîk jî beşdarî Newroza Batmanê bûn. Di Newrozê de peyama Şaredarê Batmanê Nejdet Atalay ku ji girtîgehê şand bû jî hat xwendin.
Bengi Yildiz li ser gelên Rojhilata Navîn got, her kes qala gelê Rojhilata Navîn dike, lê li çar aliyan kurd li ser piyan in, çima hûn nabînin...


Li Çewlikê 30 hezar kesî li qadê bûn

Li Çewlikê bi qasî 30 hezar kes hate cem hev û Newroz pîroz kir.  Gel ji hemû taxan ber bi Rawestgeha Otobusa Yeni Mahalle ve ketin rê û gihîştî qada Newrozê; li wê derê Newroza xwe pîroz kir.


Li Colemêrgê daxwaza 'Xweseriya Demokratîk'
 
Li Colemêrgê serê sibê li hemû taxan bi deh hezaran kes ber bi Qada Newrozê ya li taxa Merzanê ya li ber Çiyayê Simbilê ve dest bi meşê kir.
Li bajar hemû esnafan dikanên xwe girtin û jiyanê tenê li qada Newrozê berdewam dikir.
Di qada mîtîngê de yekemîn Wekîlê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Culemêrgê Orhan Koparan, Şaredarê Culemêrgê Fadil Bedîrhanoglu û Parlementerê BDP'ê Hamît Geylanî axivîn


Li Îzmîrê 70 hezar deng da Rahşan Demîrel

Pîrozbahiya Newroza Îzmîrê bi tevlêbûna 70 hezar kesî li Qada Gundogduyê pêkhat. Di pirozbahiyê de herî zêde daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk derket pêş. Her wiha di pîrozbahiyê de dengê Rahşan Demîrel a ku di Newroz sala 1992'yan de li Kadîfekaleyê bedana xwe dabû ber agir hate guhdarîkirin.
Agirê Newrozê yê li Îzmîrê jî ji aliyê birayê Rahşan Demîrel Hidir Demîrel ve hate pêxistin.
Aliyeke din a vê Newroza Îzmîrê jî ew bû ku piştî 6 salan yekem car li Qada Gundogru Newroz hate pîrozkirin.


DÊRSÎM

Li Dêrsîmê bi hezaran kesî li Qada Seyîd Riza Newroz pîroz kirin. Gel serê sibê bi konvoyên qelebalix ji navçeyên Qisle, Xozat, Mazgîrd, Pulumur û Pêrtegê hatin navenda Dêrsîmê li Kolana Hûnerê hatin cem hev. Bi hezaran kesan li ber dawul û zurnayan govend girtin. Parlementera DEP'ê ya kevin Leyla Zana, pîrên elweyî, Parlementerê BDP'ê Şerefettîn Halîs, Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn jî bi girseyê ber bi Qada Seyîd Riza ve dest bi meşê kir. Di meşê de pankratên bi zaravayê kirmanckî ku li ser "Sevta wesiya bi rumet ya azadi ya azadi", "Newroz bumbarek bo" û posterên Mazlum Dogan vekirin. Parlementera DEP'ê ya berê Leyla Zana û Şaredara Dêrsîmê Edîbe agirê Newrozê vêxistin û Newroz pîroz kirin.


Li Mêrsînê Qadê Metropolê tije bû

Li Mêrsînê pîrozbahiya Newrozê bi coş li dar ket. Zêdetirê 100 hezar kes ji çar aliyên bajar bi otobusan herikî qada Newrozê ya li Qada Metropolê.
Sedhezar kes piştî di nokteyên lêgerînê de derbasbûn ketin qadê. Jin û ciwan bi kincên neteweyî tevli pîrozbahiya ku ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê ve hatiye organîzekirin bûn.
Nêzî 500 ciwanan tîşortên "Bijî Newroz" li xwe kirin. Mebûsê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik axivî û Newroz bi muzîkê bi dawî bû.


Li Edeneyê Newroz dîsa li Şanoya Servekirî bû

Li Edeneyê, pîrozbahiya Newrozê li baxçeyê Şanoya Vekirî ya Mîmar Sînan li dar ket.
200 peywirdaran ku tîşortên “Newroz pîroz be, ji bo jiyaneke bi rûmet an azadî an azadî" li xwe kiribûn ji bo ewlehiyê hatin peywirdarkirin.


Li Bulvarê Dewlet Bahçelî Newroz hat pîrozkirin

Li Osmaniyeyê ku berî çend rojan pîrozbahiyê dest pê kiribû îro derket asta herî bilind. Îro bi beşdariya 5 hezar kesî li Bulvarê Dewlet Bahçelî Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de pankartên "Newroz PÎroz Be", "Bijî Komara Demokratîk" hatin vekirin.


ELEZÎZ

Li Elezîzê, li Qada Îstasyonê Newroz hate pîrozkirin. Di qadê de pankartên "Bijî projeya xweseriya demokratîk" û "Ji bo jiyanek bi rûmet an azadi an azadi" hatin daliqandin.


DÎLOK

Li Dîlokê Newroz li Qada Îstasyonê Newroz hat pîrozkirin. BDP, EMEP, OSP, EDP, ESP, İHD, ODP û KESK tevlî mitîngê bûn. Bi hezaran welatiyên kurd û tirk li Qada Îstasyonê hatin cem hev û xwestin ku "operasyon bên rawestandin û riya aştiyê bê vekirin" û sloganên "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî" û "Bijî Newroz" berz kirin.


MELETÎ

Li Meletiyê jî Newroz bi daxwaza Xweseriya Demokratîk hatin pîrozkirin û polîsan qada pîrozbahiyê dorpêç kirin. Li Meletî, li kêleka avahiya Şaredariyê Newroz hate pîrozkirin.

ENQERE

Li Enqereyê pîrozbahiyên Newrozê ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê ve hatin lidarxistin.


BEDLÎS

Li Bedlîsê bi tevlîbûna hezaran kesî Newroz hate pîrozkirin.


Sixkê

Li bajaroka Sixkê ya Wanê bi tevlîbûna hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Ji 5 taxên cuda gel ber bi qadê ve herikî. Girseya bi cil û bergeyên xwe tevlî pîrozbahiyan bûn, qada Newrozê kirin deryaya rengan.


Ziyaret

Li bajaroka Ziyaretê ya navçeya Baykana Sêrtê yekemîn car pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Pîrozbahiya li qada vala ya li ser Riya Amedê pêkhat bi sedan kes tevlîbûn.


Cizîr

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zêdehî 70 hezar kesî Newroz pîroz kir.


Nisêbîn

Navçeya Nisêbînê ya Mêrdinê ku bi serhildana Newrozê re bûye yek bi coş û heyecaneke mezin Newroza îsal ji pêşwazî kir.


Midyad

Li navçeya Midyada Mêrdinê jî coşa Newrozê hebû.


Kerboran

Li ıavçeya Kerborana Mêrdinê bi qasî 4 hezar kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.
Gelek  kes ji gund, taxên dûr bi wesayîtên xwe berê xwe dan qada Miradê Kinê ya ku Newroz lê hat pîrozkirin.


Erzîn

Di pîrozbahiya Erzînê ya ku bi sedan kes beşdar bûn de pankartên "Em naxwazin darbestan hembêz bikin, em dixwazin zarokên xwe hembêz bikin", "Aştî û tenduristî girêdayî hev in, aştiya bêtenduristî nabe" "An demokrasiya rast an hîç" hatin vekirin.


Îskenderûn

Li navçeya Îskenderunê ya Hatayê jî Newroz bi coş hate pîrozkirin.


Elbistan

Li navçeya Elbistanê ya Mereşê li Qada Geneviyê pîrozbahî hate lidarxistin. Parlamenterê BDP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk, Serokê Rêxistina Mereşê Metîn Gonultaş, rêveberên bajar û navçeyê yên BDP'ê jî di nav de nêzî 3 hezar kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.


Melezgîr

Bi hezaran kes li ber avahiya BDP'ê kom bûn û bi diruşm û govendê Newroz pîroz kirin.


Qaqizman

Li Qaxizmana Qersê li dor 5 hezar kesî ji bo pîrozbahiya Newrozê berê xwe da Garaja Kamyonan.


BAZARCIK

Li bajaroka Dagpinarê ya Qersê jî Newroz bi coş hate pîrozkirin.


SARIQAMIŞ

Yek ji navendên ku cara yekemîn agirê Newrozê lê hate pêxistin jî navçeya Sariqamiş a Qersê bû. Li Sariqamişê pîrozbahî bi tevlîbûna bi sedan kesên ku ji gund û taxan hatin li kêleka Girtîgehê pêk hat.


PAYIZAVA

Li navçeya Payizava ya Wanê jî Newroza 2'emîn hate pîrozkirin. Pîrozbahiyaku li Garaja Şaredariyê hate lidarxistin endam û rêveberên BDP'ê, endamên Meclîsa Şaredariyê jî di nav de bi sedan kes amade bûn.


WESTAN

Li navçeya Westanê jî bi sedan kesên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî hatin qada Newrozê ya Garaja Şaredariyê Newroz bi coşek mezin pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de eleqeya jin û xwendekarên zanîngehê zêde bû. Her wiha turîstên ku hatinbûn navçeyê jî eleqeyek baş nîşan dan.


ERZEROM

Li Erzeromê Newroz li Qada Mal a Berê hate pirozkirin. Di pîrozbahiya ku nêzî 2 hezar kesî amade bû û Newroz pîroz kir.

BEYGİRÎ

Li navçeya Beygirî ya Wanê jî Newroz li Garaja Şaredariyê ji aliyê sedan kesên ku ji navçeyê û gundan hatin ve hate pîrozkirin.


ŞAX

Li navçeşa Şaxê ya Wanê jî pîrozbahî li Sehaya Futbolê hate pîrozkirin.



BAZID

Li navçeya Bazidê ya Agiriyê gelek kes ji bo beşdarî pîrozbahiyaNewrozê bibin, li ber avahiya BDP'ê ya Rêxistina Navçeyê hatin cem hev.

 


KONYA

Li Konyayê jî li du navendan Newroz hate pîrozkirin. Pirozbahiyek li beldeya Yeniceoba ya girêdayî Golyaziya Konyayê hebû ku bi tevlîbûna 5 hezar kesî pêk hat. Hate diyarkirin ku wesayîtên ji bo pîrozbahiyan ji gundan hatin, ji aliyê leşkeran ve hatin sekinandin û bi seatan tê de lêgerîn hate kirin.
Endamê Meclisa Mehmet Bozdag û Şaredarê Golyaziyê Molla Şimşek di pîrozbahiyê de axaftin kiri.

Li navenda Konyayê jî li ber Bazara Oto ya Vîllayên VekirÎ pêk hat. Seroka BDP'a Konyayê Aynur Cengiz li ser girîngiya hilbijartinan axivî û Piştre Endamê Desteya Reveber a BDP'ê Ayhan Bilgen axafî. Bilgen bal kişand ser pêşveçûnên li Lîbyayê û wiha got: "Divê yên li wir bexwedana gel dibînin, guh bidin daxwazên gelê xwe jî. Lê AKP daxwazên kurdan nabihize."


KIRŞEHÎR

Li Kirşehirê jî di mîtînga pîrozbahiyên Newrozêde 2 hezar kes amade bû. Di pîrozbahiya ku tê de dirûşmên wekî; "Newroz pîroz be", "Bê Serok Jiyan nabe" hatin berzikirin de Reveberê Navendî yê BDP'ê Haydar Asli, axaftinek kir.


BURSA

Li Bursayê bi beşdariya 10 hezar kesî Newroz hate pîrozkirin. Newroz li Bulvara Gokdereyê li dar ket. Piştî ku Newroz hat pîrozkirin û gel ji qadê vegeriya, polîsan êrîşê wan k ir. Hate gotin ku bêyî polîs gel hişyar bike bi copan êrîşê wan kiriye. Li gor agahiyên hatî li dor 10 kesan hatine binçavkirin.


AYDIN

Li Aydinê Newroz li taxa Osmanyozgatliyê li qada qiraxa Telekomê hate pîrozkirin. Nêzî 10 hezar kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.


MUGLA

Li Muglayê pîrozbahiya navendî li navçeya Mîlasê hate lidarxistin. Nêzî 4 hezar kes bi rengên xwe qada Newrozê xemilandin.


MANÎSA

Li Manîsayê li taxa Kazim Karabekîr Newroz hate pîrozkirin. 5 hezar kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.


ANTALYA

Li Antalyayê 15 hezar kesan Newroz pîroz kirin. Rêxistina BDP'ê ya Antalyayê, Endamê PM a BDP'ê Mehdî Aslan, EMEP, ODP, endamên Egîtîm Sen'ê beşdarî pîrozbahiyê bûn.


DENÎZLÎ

Li Denîzliyê bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya li Suka Semtê bûn. Girseyê agir pêxist û bi dirûşmên "Bijî Newroz" govend gerand.

 

**

Nûçeyên li ser Newroza 2011'an:

- Axaftina Turk, Kişanak û Baydemîr a Newrozê

- Kurdên Stenbolê Kazliçeşme 'Dagir kir'

- Mîlyonek kesî li Amedê agirê Newrozê geş kir

- Îro jî ji bo Newrozê gel li qadan bû

- Li Îdir û Şirnexê bi deh hezaran kes li qadan bûn

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Zana: Yekemîn car e em fikrên xwe parve dikin

ad

Havînên Şerîf Paşa li Saltsjobadenê

ad

‘Cegerxwîn, ji bo kurd statuyê bi dest bixin xebitî’

ad

Mebûsên DTP'ê çûn serdana Kerkûkî

ad

Li ser 'Şeşaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin

ad

MA Music 3 salî ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname