Rohat ALAKOM.jpg)
Şerîf Paşa dema li Swêdê maye (1898-1908) havînên xwe li cîhekî nêzî Stockholmê bi navê Saltsjobadenê derbas kiriye. Dema germa havînê dest pê kiriye wî li vê derê vîlayeke mezin kirê kiriye, qasî sê mehên havînê ligel malbata xwe li wir maye. Piştî Stockholmê, Saltsjobaden cîhê duwem dikare bê hesibîn ku Şerîf Paşa demên xwe yên here xweş li Swêdê derbas kiriye.
Saltsjobaden li ser nîv-giravekê dimîne û di nav sînorê şaredariya Nackayê de cîh digre. Qasî 9.491 kes lê dijî. Ev mekanê havîngehan di salên 1890yî hatiye çêkirin. Wek cîhekî vîlayên luks li ber behrê hatiye nasîn. Di van salan de kesên dewlemend ku zêde tendûristiya xwe fikirîne barî cîhen wek Saltsjobadenê kirine. Di destpêka sedsala bîstan de, di derbarê paqijiya bajarên mezin de wek Stockholmê gelek gazin û gilî dihatin kirin. Van lomeyan cazîbeya cîhên wek Saltsjobadenê bêgûman zêdetir dikir. Wê demê nifûsê nav Stockholmê jî gelek zêde bûye.
Şerîf Paşa dema di sala 1898an de hatiye Swêdê çêkirina mala wî ya lê bimîne hela hê tam neqediyaye. Ji ber vî yekê bona çend mehan ew û hevkarên xwe di otêla navdar Grand Hotelê li Saltsjobadenê dimînin. (1) Belê, Şerîf Paşa di demeke gelek zû de Saltsjobadenê keşf dike. Angorî agahiyên çapemeniyê Şerîf Paşa di sala 1899an de vîlaya serekê gelek şîrketan Reinhold Hornell kirê kiriye. (2) Ev vîla ku li hêla Neglingeviken bûye, wê demê yek ji vîlayên herî mezin hatiye hesibîn. Di meha 6'an de bar kiriye wir (3). Angorî agahiyekê Şerîf Paşa dê di roja 15/9 1899'an de careke din vedigere Stockholmê (4). Ev vîla di sala 1901'ê de dişewite (5) û pirtûkxaneya wî ya dewlemend jî pê re (6). Hornell di sala 1902'yan de gelek zû miriye. Şerîf Paşa çend havînên xwe jî di cîhên din derbas kiriye. Wekî mînak sala 1906'an de vîlaya Serheng Cederborg kirê dike (7). Di sala 1908'an de berî ku ji Stockholmê bar dike dîyar kiriye ku wî vîlayek li Saltsjobadenê kirê kiriye bo ji toza barkirin û paketkirina tiştan bi dûr bikeve. Şerîf Paşa guhdariyeke mezin daye xweşî û tendûristiya xwe (8). Carina jî çûye derveyî Swêdê, havîna xwe li wir derbas kiriye, wekî mînak em ji rojnameyan fêr dibin ku ew bi malbata xwe demekê li Fransayê li cîhê tetîlê û vehesînê Trouville maye (9).
Jina Şerîf Paşa, Emîne Xanimê gelek ji Saltsjobadenê hez kiriye. Rojname dinivîsin ku Emîne Xanim dema li Saltsjobadenê dimîne, carekê li hêla Värmdoyê derketiye seyranê, bi peyatî ber bi mala hevaleke xwe çûye (10). Mamosteya Emîne Xanimê, Fanny Petterson dîyar dike ku berî malbarkirina Fransayê Emîne Xanimê li Saltsjobadenê her bi hînbûna swêdî mijûl dibû (11).
Angorî rojnameyên Swêdî, Şerîf Paşa di roja 6/8 1908'an de bi merasîmeke xatirê xwe ji qralê Swêdê Gustav V dixwaze, bi fermî dest ji karê xwe yê seferata osmanî ber dide. Şerîf Paşa roja din ji bo çend karên xwe diçe Parîsê. Angorî agahîyên rojnameyan malbata wî, wê demê li Saltsjobadenê dimîne.
Di van salan de ji der Şerîf Paşa kêm kesên biyanî hene ku havîna xwe li Saltsjobadenê derbas kirine. Yek ji wan, hunermenda îtalyanî-amerîkanî, qiralîçeya operayê Adelina Patti (1843-1919) bûye. Adelina Patti li Saltsjobadenê dibe cînarê Şerîf Paşa. Ev vîla jî li hêla Neglingevikenê bûye. Di sala 1899'an de bi kesekî swêdî Olof Rudolf Cederstrom re mêr dike. Angorî nûçeyên rojnameyan wekîlê Cederstrom fikiriye ku wê vîla ku Şerîf Paşa berê lê maye, kirê bike (12). Adelina Patti bo çalakiyeke dilrehmiyê û xêrxwaziyê di sala 1900'î de li Stockholmê derketiye pêşiya temaşevan û guhdaran, konserek pêşkêş kiriye. Şerîf Paşa jî çûye konsera wê. Loceya di binê loceya qiralê Swêdê de Şerîf Paşa ligel jina xwe Emîne Xanimê cîh girtiye. Rojnameya Svenska Dagbladet dinivîse ku Şerîf Paşa bi melakoniyeke Rohilatê bi dûrbîneke şanoyê kesên beşdar mêze kiriye (13). Dema Patti derketiye sahneyê dîyamantên ser wê wekî ezmanê stêrkên Bakurê biriqîne, şemal dane. Rojname dinivîsin ku dema ew derketiye ser dikê wê çav li beşdaran gerandiye qaşo yekî/yekê yan jî hinekan digere.
Şerîf Paşa havînan mêvanên xwe zêdetir li Grand Hotela li Saltsjobadenê ezimandiye. Mirov bi rehetî dikare bêje ku Şerîf Paşa ev otela navdar ji xwe re kiriye qonaxek. Cîhê wê li ser gireke piçûk e. Li vê nîv-giravê avahiya herî navdar e, berê wê li behrê, avê dinêre. Grand Hotel di sala 1893'yan de hatiye çêkirin. Dema xwarinê jî Şerîf Paşa mêvanên xwe birine Grand Restaurantê ku nêzîkî Grand Hotelê bûye. Wekî minak wî havîna sala 1899'an ji komek diplomat re li Grand Restaurantê ziyafetek daye. Navên xwarinên ku di menuyê de hebûne jî di rojnameyan de cîh girtiye (14). Ev restorana dîrokî ku wekî Grand Hotelê di sala 1893'yan de çêbûye, di sala 1968'an de dişewite. Di sala 1908'an de berî ku Şerîf Paşa dest ji karê xwe berde, Abdullah Paşa wekî mêvan tê Swêdê. Armanca hatina wî ji qralê Swêdê re teslîmkirina xelata bi navê Nîşan-î Îmtiyaz e. Hatina Abdullah Paşa li Stockholmê gelek deng dide. Şerîf Paşa vî mêvanê xwe çend rojan li Stockholmê digerine. Di programa gera wî de dîtina cîhên turistîk wekî Skansen û Nordiska Museet jî heye (15). Şîvê li Saltjobadenê dixwin (16).
Berî Şerîf Paşa di sala 1908'an de ji Swêdê bar bike gelek rojnamevanan xwestiye ligel wî hevpeyvînan çêbikin. Wan berê xwe dane Saltsjobadenê ku Şerîf Paşa jê gelek zewq steniye. Nûçêgîhanê rojnameya Svenska Dagbladet dibêje ku Şerîf Paşa niha enerjiyê li Saltsjobadenê berhev dike bo wezîfên ku li Stembolê hêviya wî ne (17). Çawa tê zanîn di sala 1908'an de li Welatê Osmanî şoreşek çêdibe ku bi navê Meşrûtiyeta II'yemîn tê nasîn.
Dema keça Şerîf Paşa, Şerîfe Xanim mêr dike, carekê piştî gelek salan ew û mêrê xwe di sala 1921'ê de hatine seredana Stockholmê, bajarê zaroktî û ciwaniya xwe. Dema tê Swêdê ew jî li Saltsjobadenê, Grand Hotelê dimîne. Şerîfe Xanim dema di sala 1898'an de ligel malbata xwe li Swêdê maye, wê çaxê 6 salî bûye. Dema malbat di sala 1908'an vedigere Parîsê ew keçeke 16 salî bûye (18). Mirov fam dike ku gelek bîranînên wê yên Swêdê hebûne.
Ji bo ku ez şopa Şerîf Paşa ya li Saltsjobadenê bişopînim, wan mekanên Şerîf Paşa lê maye bibînim di roja 6/6 2018'an de ez bi kelecaneke mezin bi trenê çûme seredana Saltsjobadenê, cîhê ku kurdekî berî 120 salan havînên xwe li wir derbas kirine. Çûm hêla Neglingeviken ku Şerîf Paşa lê maye û kolana bi navê Ringvägenê ku gelek vîlayên kevin li wir hene. Paşê ez çûm min Grand Hotela şahane dît ku Şerîf Paşa gelek caran li wir maye. Li hundirê Grand Hotelê geriyam. Li ber vê avahiya dîrokî min çend wêne jî kişand. Ez bi trenê çûm, rêwitiya min ya di navbera Slussen-Saltsjobadenê qasî 30 deqîqe ajot. Ev xeta trenê hê di sala 1893'yan de hatiye kişandin. Bi çêkirina vê rêya hesinî re hatin û çûyîna Saltsjobadenê gelek hêsan bûye. Bi vî tehrî Saltsjobaden di demeke gelek zû de bi paytext Stockholmê re hatiye girêdan.

Şîveke ku Şerîf Paşa bona komek dîplomat û jinên wan li Grand Restaurang Saltsjobadenê daye, rojnameyê menûya şîvê jî weşandiye (Svenska Dagbladet, 3/7 1899)
Çavkanî:
1- Personal notiser, Svenska Dagbladet, 1/8 1898.
2- Turkiske ministern Cherif Pascha, Stockholmstidningen, 10/4 1899.
3- Turkiske ministern Cherif Pascha, Stockholmstidningen, 2/6 1899.
4- Cherif Pascha, Stockholmstidningen, 6/9 1899.
5- Hotande eldvada vid Saltsjobaden, Dagen, 4/11 1901.
6- Reinhold Hornell, Stockholmstidningen, 15/7 1902.
7- Forhyrt ofverste Cederborgs villa, Svenska Dagbladet, 30/5 1906.
8- Vaktombyte pa turkiska legationen, Svenska Dagbladet, 22/5 1908.
9- Turkiske ministern Cherif Pascha, Svenska Dagbladet, 13/8 1909.
10- Prinsessan Emine, Svenska Dagbladet, 25/8 1899.
11- Prinsessan Emine, Svenska Dagbladet, 31/5 1908.
12- En sångardrottningens sommarstuga, Stockholmstidningen, 12/7 1901.
13- Har Patti sjong for oss, Svenska Dagbladet, 26/9 1900.
14- En diploma iddag, Svenska Dagbladet, 3/7 1899.
15- Sultanens Ambassad i Stockholm, Dagens Nyheter 24/5 1908.
16 Den utomordentliga turkiska beskickningen, Svenska Dagbladet, 25/5 1908.
17- General Cherif Pascha om Turkiet just nu, Svenska Dagbladet, 26/7 1908.
18- Cherife Hanem, Svenska Dagbladet, 26/8 1921.
***
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskar Rohat Alakom navê "Saltsjöbaden" wekî orjînala wê bikar anî bû lê ji ber em wekî Diyarname tîpên di kurdî de nîn bin bikar naynin me hemû peyvên "Saltsjöbaden" kirin "Saltsjobaden"... Me tîpên "å" jî wekî "a" bikar anîn.


