logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Daxuyaniyeke pêwist li ser “Nameyek ji te re”

Li ser nivîsa Jan Dost gotinên Helîm Yûsiv û Îlhamî Sîdar...

  • Dîrok: 12/04/2012
  • Beş: NÎQAŞ

Diyarname
Îlhamî Sîdar nivîseke ku têde hem e-maila Helîm Yûsiv heye ku ji Îlhamî Sîdar re şandiye, hem jî e-maila Îlhamî sîdar ku ji Helîm Yûsiv re şandiye û di dawiyê de jî Sîdar nirxandina xwe kiriye, ji me re şand.
Ji bo zelalbûna meseleyê bêyî em destê xwe bidin nivîsê, li gor daxwaza Îlhamî Sîdar bi vî awayî diweşînin.

***

 

Daxuyaniyeke pêwist li ser “Nameyet ji te re”


Têbîniyek rexneyî‏
 
halimyusiv@hotmail.com

Kime: Ilhamî Sîdar
Kimden: halim yusiv (
halimyusiv@hotmail.com)
Gönderme tarihi: 09 Nisan 2012 Pazartesi 20:23:24
Kime:  Ilhamî Sîdar (
ilhamisidar@hotmail.com)
Merheba kekê Ilhamî,

min nivîsa te ya "Ax kezeb" xwend.
Bi rastî mijareke girîng e û cihê danûstendinê ye, lê têbîniyeke min li ser awayê derbasbûna navê min di nivîsê de heye.
Te bi vî awayî behsa hin axavtinên devkî kiriye, ku di nav me de derbasbûne.
(Birêz Helîm Yûsiv me ew qasî hişyar jî kiribû. Gava tiştên Helîm Yûsîvî digotin tên bîra min..)
Tev ku ez baş nizanim bê tu behsa kîjan gotin û hişyarkirinê dikî, lê dîsa jî bikaranîna axavtinên li ser kesan yên ku li qehwexaneyekê yan li civateke taybet di nav merivan re derbas dibin, divê bi vî awayê di nivîsan de neyêne bicihkirin.
Eger mebesta te nivîsa min a rexneyî ya ku di Diyarnamê de hatibe weşandin, gereke te ev yek
cih bi cih bikra, da ku mesele bi awayekî şexsî nehata fêmkirin.
Bi vî awayî mijar wisa ji asta gengeşiya li ser raman û helwestan dadikeve asta êrîşên şexsî û takekesane.
Têbîniya min ew e, ku xwezî tu pala xwe bidî mînak û helwestên nivîskî û berbiçav ku têra xwe hene û pir in. Çêtir e ji xwesipartina ser axavtinên devkî û gotinên wisa li ser lingan.
Bi hêvî me ku tu vê rexneya min bi sîngeke fireh qebûl bikî.
Rêz û silav

Helîm


 ilhami sidar
 
ilhamisidar@hotmail.com
Kime: halimyusiv@hotmail.com
Kimden: ilhami sidar (ilhamisidar@hotmail.com)

Gönderme tarihi: 10 Nisan 2012 Salı 01:27:03
Kime:  
halimyusiv@hotmail.com


Merheba kek Helîm
Jixwe wekî ku tu jî dizanî em tenê carek ji bo bernameya Roj TV hatine ba hev, ew jî Lokman Ayabe û kesekî din li ba me bûn tu axaftineke teybet di navbera me de nebûye û jixwe veguhastina axaftinên di navbera du kesan de ne li min û ne li kesayetiya min tê, min qesta nivîsa te ya ku li ser malpera Diyarnemeyê hatibû weşandin kir "Birêz Helîm Yûsiv me ew qasî hişyar jî kiribû" Jixwe ev hevok "me hişyarkiribû" bi awayeke eşkere diyar dike ku, tiştê ku ji devê te tên gotin ne axaftineke teybet, lê gotineke weşandî ye. Na, tu sohbeteke taybet di navbera me de derbas nebûye û min qesta tiştekî wisa nekiriye, mebesta min wekî ku min berê jî got, nivîsa te ya li ser Diyarnameyê bû. "Gava tiştên Helîm Yûsivî digotin tên bîra min" ji vê hevokê qesta min dîsa ew nivîs e, dibe ku ji kêmasiya kurdiya min be, di tirki de "gotin" hem bi maneya nivîskî hem jî bi maneya devkî tê bi kar anîn, dibe ku hê jî ji tesîra bi tirkî fikirîne xilas nebûbim. Şaşfêmkirinek hebe, bibore.
Ligel silavan


Bila birêz Helîm Yûsiv li min bibore, lê ez mecbûr mam ku têkiliyeke taybet a di navbera du kesan de eşkere bikim; lewra gava din (10’ê Nisanê saet 22.22) min nivîsa Jan Dost xwend û metelmayî mam, tiştê ku min jê fêm kir nivîsa min ji xwe re kiribû sedem û berê xwe rasterast dabû Helîm Yûsiv. Dibe ku di navbera kesan de têkiliyên taybet hebin û dibe ku ev têkilî ji hin sedeman xira bin. Lê ê min bi tu kesî re tu têkiliya min tune ye. Min Helîm Yûsiv di jiyana xwe de tenê du caran dîtiye û her du car jî di nav civatekî de. Tu axaftineke taybet di navbera me de nebûye û tu hevaltî û dostaniya me jî nebûye (înşela, dê rojek çêbe), têkiliya min ne pê re lê bi pirtûkên wî re çebûye; ji “Sobarto” bigirin heya “Mirî Ranazin”  û heya “Auslander”î bi hemû berhemên wî re têkiliya min bûye û dikarim bêjim ku hezkirina min a kurdî pê re geştir bû, ji vî alî ez minekarî wî me û ez bi naskiriîna pênûsa wî gellek kêfxweş im, lê mixabin tu têkiliya me ya şexsî tune ye û me tu tiştekî teybet bi tu awayî bi hev re parve nekiriye.

Min Jan Dost jî di jiyana xwe de tenê carek dîtiye, par di TUYAP’a Amedê de, standa me li rex hev bû, roja îmzeyên me di eynî saetê de bû, min ew roj pirtûka xwe (Tehma Xweliyê) wekî ku ji hevalên wekî Rênas Jiyan, Dilgeş Dilsoz û çend kesên din ku rastî wan hatibûm re diyarî kiribû, yek jî jê re diyarî kiribû. Ji vê pê ve tu danûstandina me çênebûye; têkiliya min ne pê re lê bi romanên wî re bûbû “Mijabad” bi min romanake gelekî serkeftî bû, “Sê Dar û Sê Gavek” ez xeyalşikestî kiribûm, ligel ku hin gumanên min ji “Mîrname”yê hebûn jî ji alî ziman û vegotina xwe tesîreke erênî li ser min kiribû.

Nivîsa min a “Ax Kezeb” ne rexneyeke wêjeyî, rexneyeke siyasî bû, divê mirov rexneyan wekî ku birêz Helîm Yûsiv digot “bi sîngeke fireh” qebûl bike, neke jî li gor xwe bersiva xwe bide.

ilhamisidar@hotmail.com

 

 

***

 

Nivîsên bi vê nivîsê re eleqedar:

- Jan Dost: Nameyek ji te re

- Îlhamî Sîdar: Ax Kezeb, bersivek ji bo Jan Dost

- Fêrgîn Melîk Aykoç: Li ser giyanên dagirbûyî yan jî bişaftî

- Jan Dost: Giyanên dagirbûyî, wekî nimûne Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji penaltiyan tenê Madrîdek derket!

ad

Seîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin

ad

Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin

ad

'Dilop'a 8'an jî hat

ad

Li ser Porteqala Zêrîn du agahiyên nû

ad

Helbestvan Sennur Sezer wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname