Diyarname
Romana “Şeva Dawî” ya Welat Dilken û “Zagros û Zerdeşt” a Mahabad Felat Arda ji Weşanên Lîsê derket.
Şeva Dawî, romana yekem
Helbestvan Welat Dilken vê carê ne bi helbestan, bi romanekê derket pêşberî xwendevanan. “Şeva Dawî” yekemîn romana helbestvan Welat Dilken e. Dilken, di vê romanê de, bi riya lehengê romanê (vebêjê romanê), panoramayekê der heqê herêma Berferêt de li ber çavan datîne û xwendevan bi pêdeçûna xwendina xwe hîn dibin bê ka Neqeba Dizan, Çiyayê Hember û Çiyayê Simê Hespê xwedîtiyeke çawa li mirovên vî warî kiriye. Her wiha rengê reş, ku wekî temaya bextê reş û hêmayeke giştî ya romanê hatiye danîn, ji destpêka romanê ve derdikeve pêşberî xwendevan û di rêwîtiya ku xwendevan di nava xwezaya romanê de dikin de, evîna ku bi çend rengên xwe xuya dike, digel xwendevan hevaltiyê dike. Dilken di romanê de mijareke fantastîk ku di sala 2030’î de derbas dibe sazkiriye.
Berî vê roman du pirtûkên Dilken ên helbestan bi navê “Ken deyndarê me, em deyndarê girî ne” (Weşanên Belkî) û “Sî bi rojê xweşik e (Weşanên Lîs) derketibûn.
'Zagros û Zerdeşt'
“Zagros û Zerdeşt”, yekem romana nivîskar û rojnameger Mahabad Felat Arda ye ku ji Weşanên Lîsê derketiye.
Nivîskar bi riya vê romana xwe rewşa bakurê Kurdistanê ya di navbera 1978 û 1992’yan de radixe ber çavan û di kesayetiya malbateke welatparêz de sosyopolîtîkaya herêmê, sosyopsîkolojiya gel, rewşa rêxistinên siyasî, bûyer û qewimînên demê û bandora wan a li ser gel dihone.
Roman bi mînakên trajediyên jiyana gelê kurd ve dagirtî ye, ku dem bi dem mirovan di nava agirê hestiyariyeke kûr de dikelijîne. Her wiha nivîskêr di heman demê de cî bi cî bi ziman û pêkenî, metelok û gotinên pêşiyan ve jî vegotina xwe dewlemend kiriye.
- Şeva Dawî / Welat Dilken / Weşanên Lîs / Roman / 295 rûpel
- Zagros û Zerdeşt / Mahabad Felat Arda / Weşanên Lîs / Roman / 262 rûpel