logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Qulingê Berî Li Mêrdînê 

  • Dîrok: 21/05/2024
  • Beş: Serbest

Kadîr Stêra

Min pirî caran digot:
- Ka Qulinga min tê kengî werî Mêrdînê û emê şerabek suryanan vexwin? 
Li bendî mam, min dît ku hatin lê tune ye. Min got, ez bibim Quling û biçim li Qulinga xwe bigerim. Wekî wê strana ku li ser Mêrdînê hatiye nivîsandin min çiya, çem û daristan derbas kirin û min da dû Qulinga xwe. Ev çîroka min û Qulingê ye. Qey rojekê, emê rastî hev bên. Helbet çîroka stranê cuda ye. Ew jî, bi koçberiya ermanan re girêdayî ye. Gelo ew Quling çû Mêrdînê? Nizanim, çû an neçû. Lê ezê rojekê bibim Quling. Çawa hatibim, ezê wer bifirim û ber bi Mêrdînê ve bifirim. Ezê berî bidim wê dîmenê.
Heger ez li hemû dinyê bigerim jî, wê hertim hişê min li ser wê dîmenê be. Mêrdînê: Gava dibe êvar û  meriv li dîmena Qezê dinêre. Belasebeb Fewzî Bîlge negotiye: Bi Şev Mêrdînê Stêrk in. Bajarê ku meriv bi kevirên wê re diaxive. Kevirên wê bêhna dîrokê difûrîne. Sûka Ga, mizgeft û dêrên wê yên kevin. Sûka jêr û sûka jor. Zemanê ku ez zarok bûm tê bîra min hin Kesan digot: “Bavê min çekên (cilên) min, ji Sûka Jor kirin”, kesên ku bavên wan çekên (cilên) wan ji Sûka Jêr kirîbûn dengê xwe dernedixistin. Ji ber ku ji aliyê buhayê cilên Sûka Jor, ji yên Sûka Jêr buhatir bûn, ev mesele dihat mazatê. Kesên xwedî pere, xwe li Sûka Jor digirtin û kesên ku pereyên wan zêde tunebûn, xwe li Sûka Jêr digirtin. Sal derbasbûn, ev mesele jî, ji holê rabû. Ev mesele çawa ji mazatê rabû? Pêşî li ser rêya Qezê û Mêrdînê AVM’yek vebû. Nêzî navenda Mêrdîn û Qezê... Êdî her kesî xwe li wê AVM’ê girt û  zêde nema kesekî ji Sûka  Jor û Sûka Jêr ji qewla bavê min alvêr nedikirin. 
Paşê li Yenîşehîra Mêrdînê AVM'yek din vebû. Her ku zeman di nav salan de diçû, yek bi yek dikanên Sûkê Çekan (cilan) dihatin girtin. Zeman derbasbû AVM’ya li Yenîşehîrê vebûbû hate girtin û gelek AVM'yek jê mezintir li cîhek din ê Yenîşehîrê hate vekirin. Buhayê dikanên vê ya ji a din buhatir bûn. Yên pereyên wan di bin banqeya de, cihê xwe li wir zeftkirin, dikanên xwe kirîn, restorantên xwe vekirin. Dîsa hin mirov, bêkar mabûn, pereyên wan têra kirayên AVM'ya nû nedikir. Mêrdîn, li ber çemê qeyûmê av û av çûbû. Hêdî hêdî kapîtalîzm dibû hevalbendê modernîzmê û Mêrdîn ji rûhê wê, ji xwebûna wê dûr dixist. Ji dûranî rihê min li wir, lê dinêrim. Çi dibe, lê çi bûyer çêdibin dişopînim. Ev cara yekê ye ku fûara pirtûkan lê çêdibe. Ji xwe her  pirtûkên kurdî, lê peyda nedibûn. Bi tenê, li cafeyekê (Leylan Cafe) pirtûkên kurdî hebûn, lê li wir jî, pirtûkên her weşanxaneyê peyda nedibû. Ji bo pirtûkên kurdî, min berê xwe dida Qezê. Heger, ev fûar her sal çêbibe, wê ji bo pirtûkhezên Mêrdînê pir xweş be, pir baş be. Belê, vê şevê, dîsa li odeya xwe me û di nav xeyalan de winda dibim. Ezê rojekê, emê rojekê bibin Quling û vegerê hîs bikim. Ezê wê çaxê hatin û vegerê bînim ber hev û li ser analîzan bikim. Bêjim, gelo hatin ne hêsan bû an veger ne hêsan e? Jixwe, di vegerê de, ezê ne kesê hatinê bim. Wê Mêrdînê ne Mêrdîna berê be.

Ji bo guhdarîkirinê:
 

** 

Nivîsên Kadîr Stêra yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Nivîsek derengmayî an jî tam di wextê xwe de

- Çîroka hevdîtina Xalê Sofî û Cegerxwîn

- Rizgan mîna Raskolnîkov li xelasiya xwe digere

- Roman şerma me bindestan li nav çavên me dixe

 

 ***

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1

MAIL: diyarname@diyarname.com         

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Festîvala Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî li dar dikeve

ad

Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin

ad

Wêneyê Rojê: 'Odeya Bêmiriniyê' li pêşberî hunerhezan e

ad

Qehweyek û pêre jî Oral Seks!

ad

Dengbêj Kazo û xanima wî jî bi vîrusê ketin

ad

TUYAP'ê bi çalakiya protestoyê ya karkerên Ulkerê dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname