logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
news-details

Ulkucuyan pere û zêrîn mexdûra erdhejê jê girtin û ew tehdîd kirin

  • Dîrok: 09/02/2023
  • Beş: Nûçe

MEREŞ

Komên Ulkucî* yên di bin navê “dilxwazên" AFAD’ê de hatine navçeya Bazarcixê ku navenda erdhejê ye, dest bi şêlandina mexdûrên erdhejê kirin. Ulkuciyan 2 hezar û 350 Euro û 16 zêrên tam ên mexdûra erdhejê Asiye Kuşne jê stendin. 

Di 6’ê Sibatê/Reşemiyê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 du erdhejên mezin çêbûn. Ev erdhej li tevahiya bakurê Kurdistanê hat hîskirin û di serî de li Mereş û Dîlokê li bajarên mîna Riha, Semsûr, Meletî, Amed, Xarpêt û Kîlîsê bû sedema hilweşandin ango karesatek mezin. Her wiha erdhejê bandora xwe li bajarên Tirkiyeyê yên mîna Edene û Hatayê jî kir û bi sedan avahî li van her du bajaran jî hilweşiyan. Li herêma erdhejê bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran mirov jî di bin kavilên hilweşandî de ne.

Li navçeyê bi sedan avahî hilweşiyayî ne û tu avahiyeke ku xesar negihiştibê nemaye. Li gorî nûçeya Kadrî Esen û Bîlal Gezer ên nûçegihanê rojnameya Xwebûnê; endamên ocaxên ulkuciyan ku di bin navê "dilxwazên” AFAD’ê de hatine navçeye dest bi şêlandin mexdûrên erdhejê kirine.

‘QIYAMET BÛ' 

Li taxa Fatîhê ya Bazarcixê welatiya bi nave Asiye Kuşne ku bi tena serê xwe dijî û xesareke mezin gihîştiye mala wê piştî mexdûrbûna erdhejê ji aliyê komeke ulkucî ve cara duyemîn hat mexdûrkirin. Kuşne ku mala wê li kolana Avûkat Şevket Ozok a taxa Fatîhê ye qala bûyera hatiye serê wê kir. 

Kuşne ewilî qala kêliyên erdhejê kir û wiha got: “Ez bi tena serê xwe dijîm, lê di bînaya me de em çar malbat bûn. Dema ku erdhej çêbû, em derketin derve. Li derve qiyamet pêk dihat. Her kes ber bi cihekê ve direviya. Ez jî hatim avahiya ku dayik û bavê min lê diman geriyam û min ew derxist derve. Piştre em ketin wesayîtan û wisa xwe ji sermayê parast.”

GEF LÊ XWARIYE Û EW ŞÊLANDIYE 

Kuşne destnîşan kir ku komeke ulkuci wê şêlandiye û derbarê mijarê de ev agahî dan: “Pere û zêrên min li malê hebûn, ji bo ku wan bigirim min biryar da ku biçim malê û wan derbixim. Dema ku ez ber bi malê xwe ve diçum di rê de 4 kesên ku êlekên ocaxên ulkuciyan li wan bûn liqayî min hatin û min ji wan pirsî ku biçim mala xwe gelo tiştek bibe yan na. Destpêkê gotin neçe xetere ye. Lê dema ku min mijara pere û zêran vekir û ji wan alîkarî xwest û derbasî mala xwe bûm; ji 4 ulkuciyan yek ji wan jî da pey min û ew jî hat mala min. Dema ku min pere û zêrê xwe derxist ew kes min kişand odeyekê û got ku divê tu li vir pere bidî min. 2 hezar û 350 Euro ji min girt. 16 zêrên tam û çaryekek min jî hebûn. Piştî ku pere ji min girt û got ku divê ez zêran jî bidimê. Min got na ez nadim lê wan jî ji min girt û xwest ku ez ji kesî re nebêjim.”

‘DILXWAZÊN' DIZEK 

Kuşne da zanîn ku dema ku bi vê şêlandina ulkuciyan re rûbirû maye gelek tirsiyaye û got: “Em di avahiyeke bi xeter de bûn. Tişta ku hatibû serê min ne bes bû ez bi rewşeke din re rû bi rû mam. Dema em derketin derve min jê re got qet nebe beşek pere û zêrê min bide min. Ji min re got li milê xwe yê rastê vegere û bêyî ku li pişt xwe binêrî biçe. Piştre li xwe arqil îm û ji xwe re got min çi kir? Min ji xizmên xwe re bûyerê vegot. Li vir rewş wisa xerab e tevî ku ez çûm cem kesên bi vê mijarê re mijûl dibin jî gotin ku ew ulkucî dilxwaz in, niha çûne û tiştekî ku ew bikin tune ye.”

POLÎS NEBÛNE ALÎKAR 

Kuşne herî dawî diyar kir ku ji bo gilîkirinê serî li polîsan daye lê jê re nebûne alîkar û ew aresteyî qaymeqamiya Bazarcixê kirine.

*"Ulkucu" ji kesên nijadperesten re tê gotin ku li Tirkiyeyê rêxistinên wan hene û wekî baskên partiya nijadperest kar dikin. 

 


Nûçeyên eleqedar:

- 9'ê mehê agahiyên rojane

- Agahiyên li ser Rojava (Mijara Erdhejê) 

- Hikumeta Herêma Kurdistanê kampanya da dest pê kirin 

- Kampanyaya 'Bîr Kîra, Bîr Yuva' 

- Kazim Polat: Ji berfê em avê çêdikin 

- 8'ê mehê, Nûçeyên li ser îro  

- Karsaz Hamdi Ulukaya dê 2 mîlyon dolarî alîkarî bike 

- Baroya Amedê kampanyaya komkirina pereyan da dest pê kirin 

- DEPREM/ERDHEJ MALPER  

- HDP li Marmara û Egeyê ji bo erdhejzadeyan ketiye nava tevgerê 

- Li 10 bajaran Rewşa Awarte hat ragihandin 

- 07.02.2023, agahiyên li ser vê rojê 

- Li Semsûrê agahiyên dawî 

- Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir 

- Li Rojava rewşa dawî 

- Kazim Polat: Gund hilweşiya 

- Keleha Necim jî zirar dît 

-  Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)

- Welat Dilken: Semsûr kavil bûye 

- Nifûsa bajarên erdhej lê da ye 

- Keleha Entabê hilweşiya 

- Bajar bi bajar agahiyên li ser erdhejê       

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Du nûçeyên nexweş

ad

Ev jî çêbû: Şaredar dîwaran boyax dike!

ad

Mixabin: Eşq 2 sal, 6 meh û 25 roj didome

ad

Dikare bibe mînak: Dadgehê ji bo kurdî biryareke girîng da

ad

Festîvala payîzê "Filmekimi" tê

ad

Hunermendan kampanyaya 'Sindoqê Hembêz Bike' da dest pê kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname