Diyarname
Li Balafirgeha Baiyun a li bajarê Guangzhou ku li eyaleta Guandong a li başûrê Çînê ye bernameyeke nû amade kirin. Li balafirgehê bernameya ji rû nasandina mirovan danîn û rêwî berî bi rê bikevin rûyê xwe nîşan didin.
Rêwî li balafirgehê nasnameyê xwe nîşan didin, paşê piştî rûyê xwe nîşanî makîneyê didin, qeyda xwe ya çê didin, çenteyên xwe teslîm dikin, bi cihê qontrola ewlehiyê derbas dibin û siwarê balafirê dibin.
Rêveberê teknolojî yê Balafirgeha Baiyon Yang Hangyou ji bo radyoya Çînê axiviye û gotiye ku ev yek dê ewlehiya mirovan baştir bike.


