Şirnex
Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Culemêrgê Selahattîn Demîrtaş çû serdana kesên di teqîna li Şirnexê de birîndar bûn. Birîndaran ji Demîrtaş r,e got: "Me ji vê zilmê xelas bikin" Demîrtaş jî got: "Êdî li Şirnexê cihê AKP'ê tune ye. Cihê faşîzmê tune ye. Divê walî îstîfa bike. Gelê Şirnexê dê bi qasî hurmetê dibînin hurmetê bidin rayedarên dewletê."
Roja hilbijartinê êvarê di dema pîrozbahiya serketina blokê de teqînek pêk hatibû û 13 kes birîndar bûbûn.
Demirtaş ji bo serdana birîndaran çû Şirnexê. Rêveberên BDP'ê û Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal pêşwazî li Demîrtaş kir. Demirtaş ji ber eleqeya gelê Botanê spasiyên xwe pêşkêşî gel kir û li gel şaredar Ramazan Uysal û rêveberên BDP'ê çû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê serdana birîndaran.
Birîndaran ji Demirtaş re got: "Me ji vê zilmê xelas bikin. Em êdî naxwazin bi bombeyên gazê bijîn. Ne walî û ne jî Midûrê polîsan rayedarên me ne. Em wan naxwazin. Ew nûneriya me nakein."
Demîrtaş ji bo birîndaran hêviya şîfayê kir û got ku êdî cihê AKP'ê li vir nemaye.
Selahattin Demîrtaş diyar kir ku divê Waliyê Şirnexê îstifa bike û wiha berdewam kir: "Çawa nexweşxaneya xwe bombebaran dike? Ez vê hê jî fêm nakim. Ma rezaleteke wisa dibe. Gelê Şirnexê ma bêxwedî ye. Hedê we nîn e. Gelê Şirnexê, yê Botanê ne koleyê we ye. Teslîmî we nabin û serê xwe natewînin. Heke hûn naxwazin xizmetê vê gelî bikin tayîna xwe bixwazin û biçin. Heke hûn nikarin xizmetê bikin hûn walî bin jî midûrê emniyetê bin jî heke kes we nexwaze hûn ê îstîfa bikin an jî tayîna xwe bixwazin û biçin. Lê hûn nikarin zilmê li vî gelî bikin. Faşîzmeke wisa gelê Şirnexê qebûl nake. Divê êdî ji vê saetê şûn de li hemberî îradeya vî gelî rêzdar bin. Walî be jî kî dibe bila bibe divê hedê xwe bizanibe."
Demîrtaş got ku AKP berpirsyarê êrîşan e û wiha axivî: "Heke naxwazin bila karekî din bikin. Bila îstifa bikin û dixwazin derbasî AKP'ê bin. Dixwazin çi bikin bila bikin. Ew bixwe dizanin. Lê bi panzer, gaz û copên dewletê nikarin li vir kar bikin. Vê polîtîkayê êdî îflas kir. AKP li ser vê axê têk çû. Di 12'ê pûşperê de ev hate îlankirin. Ji feraseta AKP'ê ya faşîst re cih nîn e. Bila her kes vê yekê bila bizanibe."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


