logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Piştî cenazeyê li hemberî Gultan Kişanak rêwîtiya bi îşkenceyê

  • Dîrok: 16/08/2023
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Xwişka siyasetmedar û Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak Zeynep Ozer 8'ê mehê miribû. Kişanak ji girtîgehê birin ser gora xwişka wê. Lê di vegerê de Kişanak rastî kirinên îşkenceyî hat.

Mebûsa EMEP'ê ya Entabê Sevda Karaca ji ser hesabê xwe re got ku duh li Girtîgeha Kandirayê çûye sedana Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag û Nurhayat Altun. Karaca silavên wan belav kir û tiştên hatine ser Kişanak wisa anîn ziman: "Dema hê nû xwişka wê defin dikin bi lez û bez wê vedigerînin girtîgehê. Kişanak dibêje qey dê bibin Balafirgeha Elezîze û ji wir bi balafirê bibin Stenbolê û dûre Kandira lê na; bêyî agahî bidinê dibin Girtîgeha Elezîzê. Dema çimaya vê dipirse jî dibêjin 'Ji bo cenazeyê 4 saet dem dane, ji ber vê yekê em te dibin girtîgehê'. Li cem Kişanak ne dermanên wê, ne tiştên wê hebûn. Dixwaze li odeya hevalên wê yên li girtîgeha Elezîzê bimîne, lê nabin wir, dibin cihek wekî embarê û qirêj. Kişanak şevê li wir derbas dike. Serê sibê dixwaze bi midûr re biaxive, destûrê nadin. Ji midûrê nobedar re dibêje, 'Hûn çawa mirov in, bêyî haya malbata min jî pê bixin we ez anîme vir, hûn mirovan direvînin? Ez dixwazim mafê xwe yê telefonê bikar bînim, dixwazim ligel parêzerê xwe biaxivim' Ew bersiva 'Em ne berpirs in, jendirmeyên te anîne gavek din dê werin'. Li ser israra Kişanak bi telefonê xeberê didin malbatê ku li Girtîgeha Elezîzê ye. Li ser vê parêzerê wê tê girtîgehê lê bi sedema 'Kişanak hikûmxwar e, vê nîvroyê hevdîtin çênabe' nahêlin parêzer here cem; saet û nîv didin sekinandin. Lê Kişanak ne hikumxwar e, ceza nexwariye, 7 sal in bi bêadeletî, ne hiqûqî tê darizandin."

Karaca diyar dike ku dema parêzer tê dîsa wê rojê bi lez û bez ji wir digirin, divê bibin Balafirgeha Elezîzê lê na, vê carê dibin Sêwazê ku sedem jî wekî "Balafir tune ye" nîşan didin. Karaca dibêje ku ligel lêçûyênên Kişanak berê dane jî, ev rêwîtî li wê kirine îşkence û piştî 7 saetên di erebeya rîngê de nû li Sêwasê siwarê balafirê dikin û dibin Kandirayê.


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Siyadê jî 'Parazît' hilbijart

ad

Vaye bernameya Newroza îsal

ad

Berxwedana Elektropola

ad

Yilmaz Erdogan dê beşdarî TRT 6'ê bibe?

ad

Talabanî û Hevserokên DEM Partî û DBP'ê hatin ba hev

ad

Serokê HAK-PAR'a Amedê îstîfa kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname