Diyarname
Li dinyayê ji ber vîrusa koronayê bi dehan festîval hatin betalkirin. Yên li dar ketin jî wekî online li dar ketin. Ji festîvalên kurdan Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (FFKL) jî wekî online dest pê kir û hê jî didome.
Li dinyayê ev festîvalên wekî online li dar ketin jî temaşekirina fîlman bi pere bû lê ya bê pere fîlman pêşkêş dike. Lê meseleyek din derket holê, hinên ku li fîlman temaşe dikin wan fîlman dadixin jî. Li ser vê yekê FFKL'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ku temaşevan fîlman danexin, tenê temaşe bikin. FFKL'ê got ku ji ber ku hêza wan a ewlehî tune ku pêşî li daxistina filman li ser qenala youtube bigirin, ew ji ser kesî bi rêzdarî dixwazin ku filman ji youtube danexin û bi awayekî din parve nekin.
FFKL wisa got: "Daxistina fîlman li dijî mafê telîfê (copyright) ya kurtefilman û LKFF'ê ye. Wekî din ev yek dê zirarê bide pêşeroja filmçêkeran û xebatên wan yên pêşerojê. Ger hûn dixwazin piştgirî bidin û van filman parve bikin, ji kerema xwe re tenê lînka filman ya li ser qenala youtube ya festîvalê parve bikin. Em carek din ji bo piştevanî û hevkariya we spas dikin."
11'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ku 15'ê vê mehê dest pê kir heta 25'ê mehê didome.
***
Ji bo temaşekirina fîlman:
-11'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Fîlmên kurdî li benda we ne
- Festîvala Fîlmên Kurdî wekî online tê