logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

2020: Kurdên ku xatir xwestin

Nivîskar, helbestvan, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, weşanger ji nav van, di sala 2020'an de gelek kesî xatir xwest

  • Dîrok: 25/12/2020
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Nivîskar, helbestvan, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, weşanger ji nav van, di sala 2020'an de gelek kesî xatir xwest. Heta me karî me lîsteya kesên îsal wefat kirine amade kir. 

- 26.02.2020

Seîd Yûsiv wefat kir

Seîd Yûsiv li Stenbolê li nexweşxaneyê dihat dermankirin lê nekarîn wî xilas bikin. Cenazeyê Yûsiv ji Stenbolê bi balafirê bibin Şirnexê, ji wir bi erebeyê birin Hewlêrê û ji wir jî ji bo definkirinê birin Qamişloyê.

- 26.02.2020

Zeynel Abidîn Han wefat kir

Nivîskar û weşanger Zeynel Abidîn Han li Berlînê weafat kir. Ligel gelek astengiyên polîsan jî cenaze bidin Cemxaneya Vartoyê, li wir wecîbeyên olî anîn cih û cenaze defin kirin.

- 23 Adar 2020:

Helbestvan Hişmet Mensûrî wefat kir

Helbestvan û peykertaşê navdar ê kurd Mamoste Hişmet Mensûrî wefat kir. Ew 84 salî bû û li bajarê Îlamê wefat kiriye.

Hişmet Mensûrî bi zaravaya kelhurî helbestên xwe nivîsandine û xwedan çend berhemên wêjeyî bi zaraveya kelhurî ye.Berhema wî ya herî navdar "Mesneviya Kurdî" ye ku babetên civakî, jiyana rojane bi zimaneke helbest û rexneyê hatiye amadekirin.

- 23.03.2020

Behçet Epozdemir wefat kir

Endamê Meclisa Partî ya PSK'ê û Endamê Rêveberiya Kurt-Kavê Behçet Epozdemîr îro li Stenbolê wefat kir.

Epozdemîr di sala 1965'an de li gundê Minar a Sêrtê hatibû dinê. Di dibistana seretayî de di nav DDKD'ê de cih girtibû û serdema wî ya têkoşînê bi vî awayî dest pê kiribû. Epozdemîr ku di destpêka salên 90'î de di nav HEP û DEP'ê de jî cih girtibû paşê veqetiya bû û salên dirêj di nav HAK-PAR'ê de kar kiribû. Her wiha wî ji bo Kurt-Kavê jî gelek ked dabû û herî dawî di nav endamên rêveberiyê de bû jî.

Piştî ku PSK li Tirkiyeyê bi awayekî fermî dest bi xebatê kir, Epozdemîr di nav wê de cih girt û endamê Meclisa Partiyê yê PSK'ê bû.

- 26.03.2020:

Keyo Cegerxwîn ji ber koronayê wefat kir

Kurê helbestvanê navdar Cegerxwîn ê bi navê Keyo Cegerxwîn ji ber vîrusa koronayê wefat kir.

Keyo Cegerxwîn ev bi salan e li Stockholma Swêdê dijiya û êvara 26'ê adarê ji ber nexweşiya vîrusa koronayê (Covid-19) wefat kir. Keyo Cegerxwîn 84 salî bû.

- 04.05.2020

Rewşenbîrê kurd Riza Baran wefat kir

Rewşenbîrê kurd Riza Baran ku ev  sal in li Almanyayê dijî îro wefat kir.

Riza Baran sala 1942'yan de li Enqereyê hatiye dinê. Di sala 1963'yan de ji bo xwendinê çû Almanyayê û li wir ma. Berî ku di sala 1970'an de here Berlinê li bajarên wekî Munih û Hannoverê jiya. Baran ku mamoste bû di sala 1993'yan de di nav avakarên YEKMAL'ê de cih girt. Ew, demek dirêj di nav Sendîkaya Zanist û Perwerdehiyê de xebitî.

Li aliyek jî wî xebatên xwe yên siyasî dom kirin û di nav siyaseta alman de cih girt. Baran, bi vê yekê di sala 1999'an de ji bo Parlemena Berlînê hat hilbijartin.

Baran ku Serokatiya Cemiyeta Kurdên Berlînê bû par ji aliyê Eyaleta Berlînê ve bi xelata Nîşana Eyaletê hat xelatkirin.

- 04.05.2020

Hunermend Seîd Gabarî wefat kir

Hunermendê navdar Seîd Gabarî roja 24'ê adara 1956'an li gundê Bêzara ya Amûdê hatiye dinê.

Di zarokatiyê ve çavên wî kul bûn. Heta 12 salî çavê wî yê rastê didît, Lê ji ber derziya doktorekî di nava du saetan de êdî bi wî çavî jî dinya nedidît. Ji zarokatî ve têkiliyên wî ligel navdarên kurd ên wekî Tîrêj, Cegerxwîn, Hadî Behlewî re hebûn

Gabarî gelek stran bi xwe çêkirin û her wiha deng da gelek stranên gelêrî. 

Hunermendê navdar Seîd Gabarî ji ber qansêrê ev nêzî 20 rojan bû li Hewlêrê li nexweşxaneyê dihat derman kirin lê îro wefat kir.

- 25 Gulan 2020

Barîyê Bala wefat kir

Helbestvan, nivîskar, şanoger, prozaîk, Endamê PEEN'a Kurd û Endamê PEN'a Navnetewî Barîyê Bala (Barîyê Elîyê Paşê) roja 25ê Gulana 2020'an di 84 salîya xwe de li Alma-Ataya Kazaxistanê wefat kir. Wî jî gelek ked dabû rojnameya Riya Teze.

- 12.06.2020

Sabri Vesek wefat kir

Yek ji siyasetmedarê kurd ê berê, Şaredarê berê yê Cizîrê Sabri Vesek vê serê sibê ji ber vîrusa koronayê di 81 saliya xwe de wefat kir.

Ew 81 salî bû, her li ser fikra kurdî bû. Vesek di sala 1977’an de li ser navê CHP’ê bi sedî 73 dengan bû Şaredarê Cizîrê lê di dema derbayê de ew jî girtin. 

Di dema Derbeya 12’ê Adarê de jî dema 12’ê Rezberê de jî wî gelek eziyet dîtibû. Vesek di hilbijartina şaredariyan a sala 1984’an de ji bo Sserokatiya Şaredariya Cizîrê carek din hat hilbijartin lê 85’an de ji kar hat girtin. 

- 18.06.202

Hostayê ‘Kurd Boregî’ Hakki Gurbey

Yek ji kesên nifşê "Kurd Boregî" domand û ew bi gel da hezkirin Hakki Gurbey di 88 saliya xwe de wefat kir.

Hostayê "Kurd Boregî" Hakki Gurbey di sala 1932'yan de li gundê Bilici ya Gêxa Çewligê hatibû dinê. Ew wekî nifşê 3'yemîn ê Boreke Kurdan (Kurd Boregî) tê nasîn. Di jiyana xwe de wî gelek hosteyên borekê gihandin.

- 22.06.2020

Hunermend Eta Çavşîn ji ber koronayê wefat kir

Hunermendê kurd Eta Çavşîn ku bi vîrusa koronayê ketibû li Nexweşxaneya Şehîd Aso ya Silêmaniyê wefat kir.

Eta Çavşîn hunermendekî navdar ê bajarê Silêmaniyê bû. 

Hunermend Eta Çavşîn di salên 1980'yan dest bi karê hunerî kiriye û ji wê rojê de gelek ked dabû vê qadê. Strana wî ya ku herî zêde tê zanîn strana "Ho Xerîb Mero" ye.

- 27.06.2020

Siyasetmedar Haydar Tekin wefat kir

Siyasetmedar Haydar Tekîn ku ji Batmanê bû ji ber vîrusa koronayê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil a li Amedê wefat kir. 

Haydar Tekîn di sala 1969'an de li Misirca Batmanê hatiye dinê. Di sala 1992'yan de li ser îfadeyên cerdevanekî hatiye girtin û 9 salan girtî maye. Piştî hatiye berdan heta wefata wî di nav siyaseta kurdan de cih girt.

- 05.07.2020

Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî wefat kir

Seyithan Şimşek, bi navê xwe yê her kes dizane Seyîdxanê Boyaxçî di sala 1933'yan de li gundê Lexerî ya Erxeniya Amedê hatiye dinê.  Wî tam bi temamî 25 salan boyaxçîtî kiribû loma bi navê Seyîdxanê Boyaxçî deng vedabû.

Seyîdxanê Boyaxçî di dema karê xwe û heta niha de her klam digot. Herî zêde jî klaba "Têlî" û paşê klamên wekî "Seîdê Ehmed", "Keçika Qereçî", "Mihemed Seîd Axa", "Huso û Nazê", "Nabi Nabi", "Domam" û gelek din bi ser zimanê wî re gihan ber guh û dilên gelek kurdan.

Boyaxçî ku ev demek bû nexweş bû îro wefat kir. Cenazeyê wî dê li Goristana Yenîkoya Amedê bê definkirin.

- 05.08.2020

Mihemed Xelîl Xazî (Mihemed Doman) mir

Hunermend Mihemed Xelîl Xazî (Mihemed Doman) ku ji Kobanî bû  li Polatliya Enqereyê wefat kir. Mihemed Doman 91 salî bû. 

Mihemed Doman di sala 1929'an de li Pirsûsê hatibû dinê lê paşê ligel malbata xwe derbasî Kobanî bûbû û li wir bûbû yek ji sembolên hunera gelêrî. Ew wekî yekem kemanjenê bajarê li Kobanî dihat nasîn. Wî piraniya jiyana xwe bi hunermendê mezin Baqî Xido re borandiye.

- 07.08.2020

Hafizê Kor mir

Hunermend Ebdulqadir Hesen ê ku bi navê "Hafizê Kor" dihat rasîn 7'ê mehê li Pirsûsê wefat kir, dewletê nehişt cenazeyê wî bibin Kobanî û cenaze li gundê Ziyaret a Pirsûsê hat definkirin.

Hafizê Kor di sala 1940'î de li Kobanî hatibû dinê. Ew ligel Baqî Xido, Mihemed Doman û Mişo Bikabor re jî xebitîbû. Ew zêdetir bi klama "Eman berin esker berin" dihat nasîn. Klamên wekî Derwêşê Evdî, Siyabend û Xecê, Hisên Beg Zelî û Dilo zêdetir li ser zimanê wî bûn.

- 11.08.2020

Sohrab Mihemedî

Hunermendê kurd Sohrab Mihemmedî ku wekî "Sohrab Baxşî" jî dihat nasîn di sala 1939'an hatiye dinê. Ew hunermendekî ji kurdên Xorasanê bû. Di 10 saliya xwe de dest bi lêdana tembûrê kiriye û stran gotiye. Heta niha gelek stranên kurdên Xorasanê pêşkêş kiriye. Di hin fîlman de jî straye. Mihemedî di 81 saliya xwe de roja 11'yê mehê wefat kir.

- 12.08.2020

Di çalakiyên li Ranya de nûçegîhanekî mir

Di xwepêşandana vê êvarê ku li navçeya Ranyayê pêkhat û alozî derket de, nûçegihanê kanala Gelî Kurdistan yê bi navê Huner Resul jiyana mir.

Vê êvarê li navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperîn, xwepêşandanek li dijî hikumetê hate lidarxistin. Di dema xwepêşandanê de di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derket.

Nûçegîhanê kanala Gelî Kurdistan ê bi navê Huner Resûl ku nûçe dişopand li erdê ket û mir. Hat îdîakirin ku ji ber qrîza dil miriyeş, lê hinek çavkaniyên ne fermî diyarkirin ku di dema aloziyê de kevirek li singa Huner ketiye û ji ber wê jiyana xwe ji destdaye.

- 14.08.2020

Wêneviraştoxê kurd semedê Covid-19 ra merd

Wênesaz, hetat û peykerviraştoxê kurd Çiya Nazim Gîlî semedê Covid-19 rocê 14'ê menge merd.

Gilî qezay Çemçelan a Silemanî de jiyaney xo dewam kerdê ne. Hefteyke verî ew bi nêweşî Covid-19 kewt û virêzî merd. Di rocî verî mergê ê, way ê Beyar Gîlî jî semedê vîrusê merdebî.

Çiya Nazim Gîlî qeybî bal banco serê vîrusê korona mengey gulanî de Peykerê Xuparastinî viraşt bî.

- 03.09.2020

Mamosteyê kurd Hasan Guven wefat kir

Hasan Guven ku li Wanê ji bo kurdî gelek xebat kiribû û her wiha di nav siyasetê de jî cih girtibû ji ber vîrusa koronayê wefat kir.

Hasan Guven li Wanê wekî "Mamoste Hesen" dihat nasîn. Demek nûnerê Egîtîm-Sena Wanê bû, dema dibistanên kurdî hatin vekirin avakarê Navenda Hînkirina Zimanê Kurdî ya Wanê bû û demek jî di nav Rêveberiya Bajarê HDP'ê yê Wanê bû. Guven heta niha kedek mezin dabû ji ber vîrusê wefat kir.

- 01.10.2020

Rebêrê olî yê Civaka Êzîdî Baba Şêx wefat kir

Endamê Meclisa Ruhanî ya Êzîdiyan Baba Şêx îro li Hewlerê li nexweşxaneyê wefat kir.

Rêberê olî yê Civaka Êzîdî Baba Şêx ku navê wî yê temam Xirto Hacî Îsmaîl bû di 87 saliya xwe de wefat kir. 

- 09.10.2020

Helbestvan Qeredaxî wefat kir

Helbestvan û nivîskar Mehabad Qeradaxî ji ber vvîrûsa koronayê 9'ê kewçêrê li Hewlêrê wefat kir.

Helbestvan, nivîskar, wergêr, aktîvîsta mafên jinan Mahabad Qeredaxî roja 22'yê rêbendana 1966'an li bajarê Kefrê yê girêdayî Kerkûkê hatiye dinê. Helbest, roman, çîrok bi dehan pirtûk nivîsî. Sala 1984'an de Li Kerkûkê Zanîngeh xwend. Di sala 1992'yan de ligel helbestvan û nivîskar Mistefa Germiyanî zewicî û sala 1993'yan li Swêdê bi cih bû. Demek dirêj li Ewropayê ma. Di sala 2005'an de Başûr li ser mafê jinan bû şêwirmenda  Nêçîrvan Barzanî.

- 10.10.2020

Elî Abdullah li Silêmanî wefat kir

Helbestvanê kurd Elî Abdullah Şewnim roja 10'ê kewçêrê di temenê 95 saliyê de li Silêmanî wefat kir.

Helbestvanê kurd Elî Abdullah Şewnim derbarê wêjeya kurdî de 4 pirtûk nivîsandine. Gelek helbestên wî bûne stran. Li ser wesiyeta wî cenazeyê wî li Helebçeyê hate definkirin. 

- 15.10.2020

Nivîskar û helbestvan Osman Hewramî koça dawî kir

Nivîskar û helbestvan Osman Hewramî di temenê xwe yê 80’ê salî de ber êvarkî li Silêmanî koça dawî kir.

Osman Hewramî di sala 1940’ê de li Tewêle ji dayîk bûye, di sala 1960’an de bûye mamosta û di warê perwerdehiyê de gelek xebat û çalakiyên wî çêbûne.

- 25.10.2020

Kakemem Botanî mir

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Kakemem Botanî roja 25'ê mehê li Hewlêrê wefat kir.

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Kakemem Botanî (Kakemem Fexrî Samî) di sala 1937’an de li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê hatiye dinê. Wî di temenekî nû ciwan de dest bi nivîsê kir û yekem çîroka wî di sala 1957'an de hat weşandin. Di sala 1970'yî de ligel hin hevalên xwe Yekîtiya Nivîskarên Kurd ava kir. Di qada wêjeyî de gelek kar û xebat kir.

- 30.10.2020

Osman Akdag li Rojava wefat kir

Nivîskar û siyasetmedarê kurd Osman Akdag li Dêrika Hemko ji ber vîrusa koronayê wefat kir.

Osman Akdag ku navê Laleş Wezrînî di pirtûkên xwe de bikar dianî di sala 1949'an de li gundê Difnê yê Heskîfa Batmanê hatiye dinê. Di dema derbeya 1980'yî de hatiye girtin. Di 40 salên xwe yên tîkoşîna siyasî de 17 salan girtî maye. Heta niha du jê helbest, yek jî roman sê pirtûkên wî derketibûn.

- 30.10.2020

Necmeddîn Kerîm li DYA'yê wefat kir

Waliyê berê yê Kerkûkê siyasetmedar Necmeddîn Kerîm 30'yê mehê wefat kir.

Necmeddîn Kerîm di sala 1949'an de li Kerkûkê hatiye dinê. Wî Zanîngeha Misûlê û li DYA'yê jî Zanîngeha George Washingtonê xwendibû. Kerîm ku demek dirêj di nav YNK'ê de têkoşîn dabû di navbera salên 2011-2017'an Waliyê Kerkûkê bû.

- 31.10.2020

Nivîskar û helbestvan Celal Melekşa wefat kir

Helbestvan û nivîskarê navdar ê ji rojhilatê Kurdistanê Celal Melekşa di temenê xwe yê 69 salî de koça dawî kir.

Melekşa berêvarkî li parêzgeha Sine ya rojhilatê Kurdistanê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Celal Melekşa di sala 1951’ê de li gundê Melekşa yê parêzgeha Sine hatiye dinê. Destpêkê bi karê hunerî û nivîsîna helbest û çîrokên farisî ve mijûl bû. Piştre ji sala 1979’an ve bi kurdî nivîsên xwe belav dikir.  

- 01.11.2020

Hunermend Hesen Dilsoz wefat kir

Hunermendê muzîkê û şanoyê yê ji Silêmanî Hesen Dilsoz 1'ê mehê wefat kir.

Hesen Dilsoz di sala 1946'an de li Serşeqam a Silêmanî hatiye dinê. Di nav muzîka klasîk a kurdî de xwedî cihek girîng bû. D isala 1986'an de dest bi muzîkê kiriye, ligel vê di lîstikên şanoyê û di hin rêzefîlm û fîlman de jî lîstibû. Dilsoz di rêzefîlmê derhêner Gezize Omer "Hengawekanî Serxulemiş" de lîstibû.

- 09.11.2020:

Helbestvan Mehmet Çetin mir

Helbestvan û nivîskar Mehmet Çetîn li Ovacixa Dêrsimê hatibû dinê. Di jiyana xwe de 8 jê helbest, yek çîrok 9 pirtûkên wî derketibûn. Bi helbestên xwe hin xelat girtibûn. Ew di heman demê de yek ji avakayên "Piya Şiir Kitapligi", "Zed Yayinlari" bû. Wî helbestên xwe bi tirkî nivîsandine. Yek ji pirtûkên wî "Pêşpera Gêlazan/Kirazlarin Hazirani" ji bo kurmancî ji aliyê Lal Laleş û Kawa Nemir ve hatibû wergerandin û ji Weşanên Lîsê derketibû. Pirtûkên wî ku hatibûn weşandin ev bûn: "Ruzgâr ve Gul İklimi" (1988), "Biragizdan" (1989), "Hatiradir, Yak Bu Fotografi" (1995), "Aşkkiran" (1997), "Olum Kitabi" (1999), "Kekemece" (2000), "Pûşpera Gêlezan/Kirazlarin Hazirani" (neqandinek ji helbestên wî, 2008)", "Taşa hatira" (2009), "Asmin" (çîrok, 1991).

- 27.11.2020

Siyasetmedar Hemîd Kiliçaslan wefat kir

Hemîd Kiliçaslan di sala 1948'an de li gundê îsmaîl Axa ya bi ser Qosera Mêrdînê de hatiye dinê. Kiliçaslan bi derbeya 12'yê Rezbera 1980'ê re ji mecbûrî derbasî rojavayê Kurdistanê bû û di sala 1983'yan de çû Swêdê. Kiliçaslan dema li Swêdê bû di nav Koma Kurmancî de jî cih girtibû û her wiha gelek nivîsên wî di rojnameya "Kurmancî" de hatin weşandin. Kiliçaslan piştî vegeriya ser axa xwe di nav siyasetê de cih girt. Di sala 2017'an de, di kongreya PDK Bakur ku li nav wan nîqaş dertê, parçebûn çêbû de ew jî yek ji rêveberan bû û wê çaxê wekî Berdevkê Partiyê peywir girt.

Serê vê mehê testa ji bo vîrusa koronayê ya Hemîd Kiliçaslan pozîtîf derketibû, ew ji gund rakiribûn nexweşxaneyê û ji wir jî ji bo dermankirinê biribûn Enqereyê lê îro şefeqê wefat kir. Cenazeyê wî dê bibin gundê wî û defin bikin.

- 02.12.202.

Mele Amadettîn wefat kir

Mele Amadettîn Yetîz di sala 1936'ande li Misircê tê dinê. Li medreyean xwendiye. Dema Şerafettîn Elçî di sala 1978'an de dibe Wezîrê Bayindirlikê yê Tirkiyeyê gelek kesî digire kar ku yek ji wan jî Seyda Amadettîn e. Wî di nav PDK'ya Bakur de cih girtibû. Di jiyana xwe de gelek helbest jî nivîsandibûn. Dîwana Mele Amadettîn Yetîz (Seydayê Gurdîlî) ya helbestan bi navê "Banga Yekîtiyê Bo Azadî" (amadekar Abdulhakim Gunaydin) ji Weşanê Nûbiharê derketibû.

Seyda Amadettîn bi vîrusa koronayê ketibû û ev 10 roj bûn li nexweşxaneyê bû. Duh bi şev li Batmanê wefat kir.

- 21.12.2020:

Xwediyê Sînemaya Hezexê*

Xwediyê Sînemaya Hezexê Lahdo Saxur ku bi eslê xwe suryanî bû û ev nêzî 30 salan bû li Almanyayê dijiya wefat kir.

Lahdo Saxur li Hezexa Şirnexê hatiye dinê ku yek ji endamên malbata Beyt Hino bû. Ji ser sînemaya wî hebû li herêmê bi vî awayî hatibû nasîn.

Lahdo Saxur di sala 1972'yan de Sînemaya Hezexê vekiriye û heta 1983'yan de xebitandiye.

- 25.12.2020:

Hunermend Mihemed Elî Şakir wefat kir. 

Hunermendê kurd Mihemed Elî Şakir di sala 1946'an li navçeya Dirbêsiyê hatiye dinê. Wî li Zanîngeha Helebê Beşa Wêjeya Îngilîz xwendiye. Şakir hunermendekî pir rengîn bû. Wêne çêdikir, xetkêş bû, gotinên stranan dinivîsand û ew bi xwe jî distra.

Şakir di jiyana xwe de bi sedan stran çêkirin. "Eman dilo", "Rabe ji xewê", "Ez dil ketim wan çavan", "Kurdistan ger tu nebî", "Ber dilê min pir şêrîn e", "Kanî nazdar", "Newroz", "Şevê dî min xewnek dî" hin stranên ku wî gotinên wan nivîsandibûn. Stranên wî ji aliyê hunermendên wekî Mehmûd Ezîk Şakir, Mihemed Şêxo û gelek hunermendên din ve hatin xwendin. Wî pirtûkek li ser muzîkê bi navê "60 helbest û saz" jî nivîsandibû.

Mihemet Elî Şakir îro li Qamişloyê wefat kir.

****

*Têbiniya Diyarnameyê: Lahdo Saxur ne kurd bû lê ji bo di serdema wî de gelek ciwanên kurd ji xebata wî jî fêde girtin me ew jî xist nav vê lîsteyê. 

Têbiniyeke din: Dibe me gelek kes ji bîr kirin. Ger hebin kesên wisa û wekî me amade kiriye hûn kurteyek amade bikin û bişînin emê li lîsteyê zêde bikin: Maila me: diyarname@diyarname.com Ji ser DM'ya twittera Diyarnameyê, yan jî ji ser Facebooka Diyarnameyê re jî hûn dikarin bişînin.

 

***


Nûçeyên Eleqedar:  

-2020: Juriyê ‘Klîba Herî Serketî ya Salê’ ya bi kurdî hilbijart 

- 2020: Îş Bankasi 17 mîlyon heb pirtûk çap kirin 

- 2020: Di rojên koronayê de rewşa muzîka kurdî 

- 2020: The Guardianê albumê salê hilbijartin 

- Xelata Şerefname ya 2020'an dan Konê Reş 

- 2020: Portreya Behrûz Boçanî eciband 

- 2020: FIFA'yê serketiyên salê eşkere kirin  

- 2020: Ji Rotten Tomatoes 100 fîlmên salê 

- 2020: Ji bo "Person of The Year" Timeê ew hilbijartin

- 2020: FIFA fînalîstê serkewtî ê sere eşkera kerdî

- Vane 10 pirtûkên salê 

- 2020: Li dinyayê 10 albumên salê yên serketî 

- 2020: Kovara Time fîlmê serkewte yê emsarî eşkera kerdî

- 2020: Fîlmên ku li ser platformên dîjîtal zêde hatine temaşekirin 

- 2020: UEFA'yê berendamên 11'yên serketî eşkere kirin   


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Festîvala Çanda Kurdan a Parîsê dest pê kir

ad

Herî zêde kîjan pirtûkên bi kurdî hatin firotin?

ad

Du agahî li ser qedexeya ser kurdî

ad

Hemû peywendiyên Amerîkayê taktîkî ne

ad

Li hemberî sansurê ji bo her du berheman bernameyek taybet

ad

Qêrîneke bêdeng: Nalebar

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname