Îlhamî Sîdar / Amed
Her çiqas Denis Diderot hêj di sedsala 18’ya de, di romana xwe ya bi navê “Rehbik”de kesayeteke berxwedêr û serbixwe ava bike jî, di wêjeya cihanê de ji hêla veçirandina kesayeta derûnî a jinan de şoreşa mezin bi Madam Bovary ya Gustave Flaubertê dest pê dike. Ev roman dibe mînakek sereke ji bo vehonanên serpêhatiyên jinên berxwedêr û serbixwe. Piştî Emma Bovary jin di
romana cîhanê de hêdî hêdî ji objebûna zayendî derdikevin û dibin lehengên mirovî yên xwedî hebûn û kesayetên xweser.
Piştî Flaubert, Tolstoy bi honana Anna Karenina û Dostoyevski jî bi honana Nastasya Filippovna prototîpeke Emma Bovary nîşanî me dan, her wiha di edebiyata tirkî de jî ji Bihtera “Evîna Qedexe” ya Halit Ziya bigirin heya Aysela “Razana Mirinê” ya Adalet Agaoglu gelek lehengên jin di romanan de bûn mînakên bi vî rengî.
Di edebiyata kurdî de jin gelempêrî an di bin siya mêran de man, an wekî lehengên şoreşê hatin nîşandayîn, hebûna wan a takekesî di tarîtiya şikeftên kûr de her veşarî man.
Ez dibêm qey wekî îronî Madam Bovarya yekê ya edebiyata kurdî Perwîna “Dara Pelweşiyayî” ya Bavê Nazê ye. Perwîna ku ji hebûn û kesayetekê xalî, tîbûna xwe ya cinsî bi kevnepêşmergeyeke re (Şêrzad) dişkîne, wekî din ne xwedî tu teybetmendiyekê dertê pêşberî me. Ji vê hêlê ve em dikarin
bêjin ku “Meryema”ya Sebrî Silêvanî bi Madam Bovary’ya herî serkeftiye.
“Nalebar” a Cihan Yildirim ku berê çendeyekê ji nav Weşanên J&J’ yê derket ji vê hêlê ve gelek bala min kişand. Ji ber ku bi zimanekî sade û bi vegotineke herikbar hatibû honandin min ew di bêhnekê de xwend.
Yildirim di vê romana xwe de bi wêrekî diçe ser kêşeyeke sotîner a civakî. Di kesayeta keçeke ciwan a kurd a bi navê Nalebar de li jûrên dojeha jinîtiyê de meşeke agirîn dike, di vê meşê de ne tenê cismê mirov lê giyanê mirov jî disotîne. Bi pênûsa xwe ya xurt ji ser karaktera Nalebar neynika xwe bi hostetî li ser derûniya jinan de digerînege:
“Nalebar baz da çû hundir. Di dilê Nalebarê de tirsek hebû, lê Nalebar wê tirsê têk biribû.”
“Lawik li gorî keçikan bêtir bi sihûd bûn. Gelo bextê keçikan ev bû? Ev keçik
ji bo ku neçin dibistanê bi lez dihatin zewicandin û dû re ev kêmasî û êş di
jiyana xwe de, heta mirinê di dilê xwe de dijiyan. Gelo bextê Nalebar jî dê
wusa bûya? Yan Nalebar ji bextê xwe razî nebûya û zor bidaya mercên xwe? Em ê van pirsan di dûmahiya çîrokê de bibînin.”
Her wiha Yildirim ne tenê serpêhatiyek vedibêje, lê bi analîzên xwe vegotinê kûr û tîr dike:
“Divê mirov bi qasî evînê berxwedan jî zanibe, bi qasî jiyanê afirînerî jî zanibe. Ev keça ciwan û xweşik Nalebar ku bi kedera di rihê xwe de digerand giran bûbû, dema li dilê xwe sêwirî dît ku ne di cihê xwe de ye.”
“Nalebar, bi girî ji odeyê derket. Nizanibû dê çî bikira. Bi halekî kelogirî çû ba diya xwe ya nexweş. Lê Misbah Efendî zehf kêfxweş bûbû. Bi ser du çêlekên mezin de qelen jî sitandibû.”
Ma kêşeyeke ji vê û sotînertir dibe gelo: “Qelenê bi ser du çêlekên mezin…”
Yildirim di hin cihan de bi perspektîfeke modern xwe tevlî metnê dike û wekî siyekî li dû çîroka xwe diçe:
“Jiyana Nalebar di pişt perdeyeke xaniyekî xerabe ku bi keviran hatibû lêkirin de derbas dibû. Kî dikarîbû derdê wê yê biqolinc û taya nava wê ya nepen fêm bikira? Jiyana bi hêsîrî ya tije ezab ku li pişt deriyên radayî dibihûrî, her dem bêdeng bû. Ew di bin giraniya zîzî û dilxemiyê de rûxiyabû. Yek peyvek jî ji nava wan lêvên teze yên bi zorê mohrkirî dernediket, çikû bi hemû hebûna xwe hatibû bizmarkirin; bi kevneşopî, tore û bêdadiya vir ve.”
Nivîskar her çiqas heta ji dest bê zimanekî hêsan û herikbar bi kar bîne jî, vegotina xwe di cihên pêwîst de bi nexş û nîgarên rengareng dixemilîne:
“Bi şev bêhna hêviyê ji ezmên dihat. Kulîlkên rengereng xeyalên wê dixemilandin. Bi sebr û sebat, bi hêvî bi saetan di nava xeyalên xwe de dijiya. Ji ber ku ew xeyal tenê di bin paşila wê de bûn, xwediyê wan tenê ew bi xwe bû. Piştî demekê dê xew bihata û bedena wê ya herifandî û westiyayî teslîm bigirta. Piştî ezman tarî dibû, odeya wê hêdî hêdî dihat hev, xeyalên wê jî wekî dizekî dihatin û xwe vedişartin. Ew xeyalên ku diketin paşila wê, bi sibehê re digel ku winda dibûn jî, bi cihekî din ve nediçûn. Xeyal her dem li wir diman, li benda şevekê din diman.”
Di hîn cihan de jî em dibînin ku ne tenê li ser derûniya lehenga xwe hûr dibe, her wiha demê û diyalektîka jiyanê jî bi dûmahiya çîroka xwe re dimeşîne:
“Mezinbûn, perçeyek têgehê demê bû. Pirsgirêka Nalebar bi demê re hebû, Çikû dem ji bo wê xweş nediherikî. Di vî gundê biçûk de, jiyan di rîtmeke giran de pir zor dimeşiya.”
Û hasilî wekî sedan, hezaran keçên kurd Nalebar jî gava li dîwarekî bilind diqelibe, yekane çareseriyê di xwekuştinê de dibîne:
“Tivingê hêdîka ji nav kewdankê derxist û bi awayekî sererast pê girt û dû re devê lûleya tivingê ber bi dilê xwe ve rast girt. Hinek sekinî, wêneyê ku bavê wê yê bi dîwêr ve daleqandî bû nihêrî û bişirî û dû re çavên xwe girt. Nalebar bi carekê ve, tiliya xwe bire ser lingê tivingê, dû re pê lê kir. Bi pêlêkirina lingê tivingê re Nalebar di nav xwînê de kete erdê.
Wekî îstisnayek Nalebar ji vê teşebûsa xwekuştinê sax difilite û bi jiyanê re dikeve têkoşînekê, ji bo ku bibêje, “te ez têk nebirim û tu dê nikaribî min têk bibî, careke din vedigere jiyanê:
“Nalebar ji bo jiyanê têkoşîneke mezin dida. Di pêvajoyeke xerab de bû, roj, saet û xulekên wê tim bi xetereyan derbas dibûn. Bi şidiya rastiyeke ku bi mirovî dida gotin “Îro jî ez nemirim, hîna ez dijîm” lê bi awayekî ku cuda dixuya dijiya. Di bêrîkeke xwe de jiyanê, di bêrîka din de jî mirin dihewand.
Gelo qedera Nalebarê ku di “bêrîkeke xwe de jiyan û ya din de jî mirin dihewand ber bi ku ve dihere, fermo ji “Nalebar”ê biqedînin.