Diyarname
Festîvala Muzîkê ya Stenbolê bi sernavê “Stêrkên Jin ên Sibê: Fona Piştgiriya Muzîkarên Jin ên Ciwan” xebateke piştgiriyê da dest pê kirin. Yên bixwazin serîlê bidin divê heta 16’ê avrêla 2021’ê serîlêdana xwe bikin.
Armanca fonê ew e ku ji bo muzîkarên ciwan di qada navneteweyî de rêyek veke. Ev bû sala çaran ku ev xebat li dar dikeve û xebat dike ku muzîkarên di warê lêdana amûrê, şan û şefîtiyê de jîr derxe pêş û piştgiriya wan bike.
Di bin serokatiya Cîgira Midûrê Giştî yê ÎKSV'ê û muzîkolog Yeşim Gurer Oymak de juriya ku ji Derhênerê Giştî yê Hunerê yê Salona Konserê ya CRR'ê Cem Mansur, kemanjen û şefê orkestrayê Hakan Şensoy, her du piyanî Ufuk & Bahar Dorduncu û piyanîst İris Şenturker pêk tê dê serîlêdanan binirxînin.
Yên bixwazin dikarin bi vê mailê serîlêdana xwe bikin:
destekbasvuru@iksv.org
Ji bo serîlêdan û agahiyên din jî navnîşan ev e:
muzik.iksv.org/tr/yarinin-kadin-yildizlari/hakkinda