Diyarname
Di maçên Dora 16'an ên îro de maça yekemîn di navbera Spanya û Hirvatistanê de bû. Di maça ku 120 deqe dom kir de Spanya bi 5-3'yan bi ser ket.
Maç li Stada Parken a Kopenhangê li dar ket. Di deqîqeya 20'î de bi xetaya qeleparêzê Spanyayê Unai Simon Hirvatistan bi 1-0 derket pêş. Spanyayê di deqîqeya 38'an de bi Sarabia bersiv da û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû.
Di maça ku zêde ne bi heyecan bû de di deqîqeya 57'an de Cesar Azpilicueta tîma xwe bi 2-1 derxist pêş û di deqîqeya 76'an de Ferran Tores be encam bir 3-1'ê. Û heyecana maçê di vê deqîqeyê de dest pê kir. Hirvatistanê piştî vê kêliyê bi 7 kesan, bi awayekî qelebalix êrîş birin ser keleha Spanyayê. Di deqîqeya 85'an de bi Orsicî encam anî 3-2 û di deqe 90+2 de bi Pasalic wekhevî çêkir.
Maç derbasî 30 deqeyan dirêj bû. Di van kêliyan de Spanyayê di deqîqeya 100'î de bi Morata, deqîqeya 103'yan de bi Oyarzabal gol avêt û encam kir 5-3. Hirvatistanê ku nekarî bersivê bide xatir ji tûrnûvayê xwest.
Spanya bi vê encamê derbasî çarîk fînalê bû. Îşev di maça Fransa û Swîsreyê de kîjan tîm bi ser bikeve dê bibe reqîbê Spanyayê.


