Diyarname
EURASIADOC bi sernavê “Atolyeya Senaryoyê ya Belgefîlman” xebateke li dar dixe û yên bixwazin dikarin heta 20’ê gelawêja 2021’ê serî lê bidin.
Di vê xebatê de li ser meseleya fikir çawa dibin proje, proje çawa dibin senaryoya belgefîlman, dosyaya belgefîlman çawa tê amadekirin, derhêner di dema nivîsandinê de rastî çi zehmetiyan tê dê bê sekinîn û ewê bi hev re li çareyan bigerin.
Atolyaye Senaryoyê ya Belgefîlman a EurasiaDocê ji aliyê derhêner û sazkar Samuel Aubin ve tê bi rê ve birin. Ev xebat di sala 2015’an de li Stenbolê dest pê kiribûn, paşê di sala 2019’an de li Amedê û niha careke din îsal li Stenbolê li dar dikeve. Yên bixwazin dikarin bi projeyên belgefîlman ên metrajdirêj serî lê bidin.
Komeleya Akademiya Sînemeyê ya Rojhilata Navîn, Documentarist, CinAmed Film Kolektifi, DocMonde û Ecran Libre bi hev de vê xebatê saz dikin, Şaredariya Lyon û Balyozxaneya Fransa ya Enqereyê piştgirî didin vê xebatê.
Di dawiya nirxandinan de 6 proje dê bêne hilbijartin û ligel van wê atolye bê sazkirin.
Beşa yekem a vê projeyê di navbera 6-9’ê rezbera 2021’ê online, beşa diduyan li gor şertên pandemiyê di navbera 23-28’ê kewçêra 2021’ê de dê li dar bikeve.
Beşdariya ji bo atolyeyê bê pere ye.
Ji bo têkilî: eurasiadocamed2021@gmail.com