Diyarname
Şêx Mihemed Can nêzî 140 sal berê pirtûka "Leyla û Mecnûn" amade kiriye û niha ew pirtûk bi tîpên latînî li ber destên xwendevanan e.
Şêx Mihemed Can di sala 1857'an de li gundê Aqtepe ya Amedê hatiye dinê û di sala 1909'an de miriye. Wî di jiyana xwe de dersa olî daye gelek şagirtan û di wê serdemê de hin pirtûk jî amade kirine. Yek ji wan jî "Leyla û Mecnûn" e. Ev pirtûk niha bi amadekirina Mehmed Emîn Hîvîdar ji Weşanên Dara derket.
Şêx Mihemed Can di sala 1884'an de ev pirtûk nivîsandiye. Pirtûk ji 20 sernavan pêk tê û ji 1879 beytan (malikan) pêk tê. Wî bi wezna arûzê û bi şiklê mesnewiyê pirtûk honandiye. Amadekarê pirtûkê Hîvîdar dibêje "Armanca Şêx Mihemed Can bi vê pirtûkê ew bûye ku zimanê kurdî bilind bike."
Çîroka Leyla û Mecnûn li Yemenê dest pê dike. Çîroka wan a evînî heta niha ji bo gelek pirtûkan û her wiha ji bo fîlman bûye mijar. Yek ji wan pirtûkan jî ev e ku niha bi latînî hat amadekirin. Pirtûk bi cureyê mesnewî çîrokê bi kurmancî pêşkêş dike.
- Leyla û Mecnûn / Şêx Mihemed Can / Amadekar: Mehmed Emîn Hîvîdar / Weşanên Dara / 336 rûpel / 2021/ Klasîk