Diyarname
Erdheja li Mereşê erdhejên li bajarên din anî birê. Yek ji van bajaran jî Stenbol e. Li Stenbolê çend avahî hene? Ev avahî kengê hatine çêkirin? Niha çiqas avahiyên vala hene? Me ji agahiyên hatine parvekirin hin îstatîstîk dan hev:
MÎLYONEK Û 166 HEZAR Û 433 AVAHÎ
- Li Stenbolê mîlyonek û 166 hezar û 433 avahî hene.*
- Li gor daneyên sala 2019'an li Stenbolê sedî 70'yê avahiyên heyî berî sala 2000'î hatine çêkirin.
- Ji hemû avahiyan sedî 22 (263 hezar û 665 heb) berî salên 1980'yî hatine çêkirin.
- Sedî 47.6 (555 hezar û 304 heb) di navbera salên 1980/2000'î de hatine çêkirin.
- Piştî salên 2000'î 347 hezar û 464 heb (sedî 29.8) hatine çêkirin.
CIHÊ QELEBALIX: UMRANIYE
- Herî zêde li Umraniye avahî hene: 52 hezar û 612 avahî.
- Herî hindik li Adalar avahî hene: 6 hezar û 393 heb.
- Avahiyên herî kevn li Fatîhê ne. Berî 2000'î herî zêde li vê navçeye avahî hatine sazkirin. Paşê Bagcilar, Pendik, Beykoz tên. Uskudar, UMraniye jî wekî wan in.
- Piştî 2000'î herî zêde li Sîlîvrî avahî hatine çêkirin.
750 HEZAR XANIYÊN VALA HENE
- Midûrê Giştî Yê KÎPTAŞ'a ÎBB'yê Ali Kurt: "Li Stenbolê 750 hezar xaniyên vala hene. Birêz wezîr got li Stenbolê 300 hezar xanî hene bi lezgînî divê bêne veguherandin. Dewlet van xaniyan kirê bike, em dikarin mirovan di rojek de bikişînin wir. Em mecbûr in çavkaniyên xwe baş bikar bînin.
*Ji İstanbul Olasi Deprem Kayiplari Tahminleri Raporu
**26'ê mehe êvarê di HaberTurkê de ev agahî pêşkêş kir.