Diyarname
Li Zanîngeha Bîlgî ya Dolapdereyê bi sernavê "Wekî hêza çaremîn medyaya zimanê wê yê şer" paneleke li dar ket. Panel ji aliyê Koma Fikir û Çandî ya Zanîngehê ve hat organîzekirin. Di panela ku Aysel Kazici bi rê ve bir de nivîskar û hîndekar Nuray Mert, televîzyonkar Banu Guven, hîndekar Esra Arsan û rojnameger û siyasetmedar Filiz Koçali beşdar bûn.
'Ez nahêlim kes dest bide zimanê nûçeya min'
Pêşî televîzyonkar Banu Guven axivî, qala destpêkirina karê xwe yê rojnamegeriyê kir, da zanîn ku ji bûyera Yeşilyurtê ku leşkeran bi gundiyan gû dabû xwarin heta niha rojnamegerî dike û ji wê rojê de li dijî şablonan têkoşînê dide. Guven wisa got: "Çapemenî bi rehetî qala Gerîlayên Tamîlê, Marcos dikir, lê qala tiştên li welat dibe nedikir, me bûyera li vê derê nedigirt bin lêpirsînê. Divê rojnameger vê bibêjin 'Ez nahêlim kes dest bide zimanê nûçeya min', lê gotina vê yekê hê jî li Tirkiyeyê zor e."
Guven qala girtina xwendekarên ku bê sedem hatine girtin û nêzîktêdayîna çapemeniyê ya li hemberî van jî kir.
'Çapemenî kêm û şaş agahî dide me'
Hîndekar Esra Arsan jî qala çepemeniya serdest kir, diyar kir ku di salên 90'î de bikaranîna peyvên wekî 'Kurd', 'Abdullah Ocalan', ' 'Gerîla' qedexe bû û wisa got: "Serfermandariya giştî lîsteya peyvên ku qedexe ne didan çapemeniyê. Ev gotin qedexe bûn, we nedikarî van binivîsin."
Arsan got ku niha çapemenî bi ser KCK'ê re careke din vegotineke nû ya neyartiyê derdixe pêş û ev yek lê zêde kir: "Çapemeniya Tirkiyeyê nûçeyê berevajî, şaş û kêmagahî pêşkêşî me dike. Mînak li Şirnexê, li şaredariyê her kes hatiye girtin, kesek di şaredariyê de bixebite nemaye lê çapemeniyê qala vê nake, vê agahiyê nade me."
Arsan di heman demê de got ku kesên ne xwedî zanînê bin divê dernekevin televîzyonan û li ser pirsgirêka kurd neaxivin.
'Çapemenî Tehrîrê dibîne lê kurdan nabîne'
Nivîskar Nuray Mert jî diyar kir ku bêyî têkoşîna siyasî hebe kes azadiyê nade we, çapemenî jî divê qada azadîxwaz ku hatiye bi dest xistin biparêze; Qada ku têkoşîn ji bo wê nehatibe dayîn, azadiya wê derê çênabe.
Mert bal kişand ser têkoşîna kurdan û wisa got: "Li Rojhilata Navîn bi qasî çariyekê Başûrê Rojhilat çalakî li dar nakevin lê li dinyayê dibe rojeva sereke. Televîzyonên me diçin li Qada Tehrîrê li berikên vala yên gazên çavsotîner digerin û dikin nûçe, lê hema li Stenbolê, em gel jî deynin aliyekê, li hemberî mebûsên kurd gava çavsotîner tê bikaranîn çapemenî li ser nûçeyê jî çênake. Li Tirkiyeyê tevgera siyasî ya herî xurt tevgera kurd e, lê hûn di çapemeniya dinyayê de li ser vê yekê nûçeyekê dibînin? Bi giştî rewşa çapemeniyê wisa ye."
Mert qala nivîsên ku ew dinivîsin û êrîşên li hemberî wê û hin nivîskarên din jî wisa got: "Hin nivîskar PKK'ê rexne dikin, dijî PKK'ê dinivîsin, diyar dikin ku ew rexneyiya azad dikin, diyar dikin ku heta dawî azad in; lê em, dev ji pesindayîna PKK'ê berdin, em dixwazin fêm bikin lê bi peyvên wekî 'alîgirên şîdetê', 'Muhîtên Qendîlê' em tên sûcdarkirin."
'Çapemenî rojavayê ji guherîna herêmê agahdar nake'
Rojnameger Filiz Koçali jî qala bombekirina rojnameya kurda Ozgur Ulkeyê, ferbana ku serokwezîra wê demê Tansu Çille dabû kir û got: "Di salên 90'î de rojnamegeran unîformaya leşkerî li xwe dikir, bi firokan diçû herêmê û nûçe çêdikir. Lê vê çapemeniyê tu demê nûçeyên windakirina 17 hezar kuştinên kiryar nediyar nekir, tenê çapemeniya azad ev yek nivîsî.
Koçalî got ku çapemeniya serdest qala guherîna li herêma kurdan nake, rojavayê ji vê guherînê bêagahî dihêle, bi ya min ev yek jî sûceke mezin e.
Rojnameger Koçalî li ser cihnedayîna mebûsên kurd a di çapemeniyê de jî wisa got: "Serokwezîr Erdogan endamên çapemeniyê li hev civand, dê çi binivîsin, çi nenivîsin ji wan re got. Berî vê yekê çendamên çapemeniyê her li min digerin ji bo ez civanekê ji mebûsên kurd bigirim ku hevpeyvîn bê kirin, lê piştî vê civîna serokwezîr ji bilî kesek êdî kes li min nagere û kes mebûsên BDP'ê dernaxe televîzyonan jî."
Foto: Dawûd Rêbiwar


