Diyarname
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê îsal dê 76'emîn car deriyên xwe vebike. Niha Serokê Juriya Festîvalê hat eşkere kirin: Ruben Ostlund
Derhêner Ruben Ostlund par bi fîlmê xwe "Triangle of Sadness" li Cannesê xelata Fîlmê Herî Serketî Palmiyeya Zêrîn girtibû. Ew îsal dê serketiyên Palmiyeya Zêrî diyar bike.
Derhênerê ji Swêdê Ruben Ostlund li ser vê biryarê got, "Ez serbilind im ku îsal ezê serokatiya juriyê bikim."
Di sala 1973'yan de Ingrid Bergman serokatiya Juriyê ya Cannesê kiribû, niha Ostlund bû duyemîn kes ku ji Swêdê dê li Cannesê serokatiya juriyê bike.
Festîvala Fîlman a Cannesê îsal
di navbera 16-27'ê gulanê de li dar dikeve. Di bin serokatiya Ostlund de dê fîlmên serketî ji bo Palmiyeya Zêrîn bêne hilbijartin.


