Stenbol
Karsazekî kurd ê bi navê Zekî Oguz ku hemwelatiyê Almanya û Tirkiyeyê ye ji 18'ê adarê ve tu agahî jê nayê girtin. 18'ê mehê li Kemerburgaza Eyupa Stenbolê li ber marketek hatiye revandin.
Heta niha kî revandibû nayê zanîn, lê li gor dîmenan sê kesan ew bi zor xistiye erebeyê û revandine.
Parêzer Abdurrahman Karabulut bi ser hesabê xwe yê twitterê re ev agahî belav kir: "Ji kurê meta xwezûrê min Zeki Oguz em tu agahiyê nagirin. Li gor agahiyên ku me bi dest xistine ew di bin destê hêzên dewleta kûr de ye."
MA'y^ğe xwe gihandiye parêzer Karabulut û wî gotiye, "Me xwe gihand mebûsekî AKP'ê ku gundiyê Oguz e. Mebûs ligel îstîxbarat û emniyetê axiviye. Agahiya li ber destê me zelal e, Oguz di destê dewletê de ye. Mebûsê ku me pêre xeber da ev agahî da me. Oguz karsarekî welatparêz e û li Ewropayê xebatên xwe yên siyasî didomîne. Ji bo beşdarî hîseyên zanîngeheke li Antalyayê bibe û bistîne hatiye vir. Em hê nizanin kirî ye yan nekiriye."
Karabulut dibêje ku bixwazin di 24 saetan de dikarin bibînin.


