Yeko Ardil
Çalakiya Plaza de Mayo çalakiya herî domdar, dirêj, navdar û watedar a jinên cîhanê ye. Li Arjantînê dest pê kir. Cara yekem di 30'ê Avrîla (Nîsana) sala 1977'an de li nêzê seraya serokdewletiyê 14 dayik li hev kom bûn. Dayik ji wê rojê vir de her pêncşem laçikên xwe yên spî didin serê xwe û li qada Plaza de Mayo ya li hemberî serayê rûdinin.
41 sal in ku ev çalakî bênavber berdewam dike. Dayikên Plaza de Mayo li tevahiya cîhanê nav dan û hatin nasîn. Doza wan wekî dozeke herî pîroz a mirovahiyê hat qebûlkirin û cîhana humanîter ew silav kirin. Dayikan doza çi dikir? Daxwaza wan çi bû, çima bênavber di çalakiyeke wisa de cih digirtin? Helbet sedemên girîng, sedemên jiyanî, sedemên ku carna dihêle mirov pê li dilê xwe bike û dilê xwe ji qefesa singa xwe derîne bavêje agirî jî hene. Ev ji bo her kesî dikare cihêreng û cuda be, lê ji bo dayikekê berê her tiştî û ji her tiştî girîngtir zaroka wê ye.
Di sirûştê de heye, di destpêka gerdûnê de û mîna parçeyek ji herikîna jiyanê ew her bêyî ku biguhere li dar e. Di nav her cure candarên gerdûnê de jî ew hest û hîs hene. Helbet li cem însanan hîn pirtir germ, sift û dijwar e. Di nav însanan de jî bêguman dayik remza wê hestê ne, dil mîna kêvroşkek tim di lerzînê de ye, dil mîna berfa li ser agirî tim li ber helandinê ye. Dil di singa wê de nasekine, baz dide, derdikeve diçe, dikeve pey cegerê, ceger li kû be, li kû dibe bila bibe, te divê di nav şer de, te divê di nav êgir de, te divê li cihê herî nexweş an jî xweş be, ew dikare bi salan bide dû, bêyî ku bibêje ax…bêyî ku bibêje off..
Li wir jî cuntaya leşkerî li ser kar bû. Welatê ku mirovên bijare, mirovên herî zîrek û navdar digihandin, yên mîna Che Guawara ku dibûn hêviya mirovahiyê leşkeran bi alîkariya emperyalîzmê welatê xwe dagir dikirin û şûnde jî kuştin, talan, wêrankirin û êşkenceyên herî dijwar dikirin. Di encamê de 30 hezar mirov nema hatin dîtin, li welatekî di nav çend salan de 30 hezar mirov mîna ku hîç nehatibine dinê, mîna ku hîç dayikek ew neh meh di zikê xwe de xwedî nekiribe, mîna ku pitik û zaroktiyê nejiyabin ji nav mirovan dihatin hilbijartin û tune dibûn. 30 hezar çûk, 30 hezar pisîk an jî heywanên dîtir ji welatekî ji nişkeve wenda bibin, tekes wê şûna wan li mirovan xuya bike û hinek kes pirsa wan bikin. Lê li wir ne wisa bû, pirs û bersiv ji lûgatê derxistibûn. Bi tenê gotarên generalên destik û fermanberên serdestan belav dibûn. Wek li her welatên desteserkirî, li wir jî, li gorî wan welat di nav xeteriyeke mezin de bû û leşkeran ew rizgar kiribûn. Yên wenda û mirî jî xayîn û dijminên welatî bûn, helbet wê bihatina jinavbirin.
Doza dayikan mezin û giran bû. Daxwaza dîtina 30 hezar mirovan dikirin. Sax an mirî, birîndar an jî girtî her çi dibe bila bibe, em zarokên xwe dixwazin! Wisa digotin.
Çiqas bi ser ketin, çend zarokan şûnde anîn, çiqas komên hestûyan dîtin a rastî ev nayê zanîn.
Li welatekî dîtir, berê ku dayikên Arjantînî dest bi têkoşîna xwe bikin, bi dehan salan zarok ji ber pêsîrên dayikan dihatin revandin û kuştin. Li welatê ku herî dawî bi hîle û tecawiz navê Tirkiyeyê lê kiribûn û welatê Kurd jî dabûn bin destê wan, rojane dayik bê zarok diman, bi sedhezaran dihatin kuştin, êşkencekirin û wenda dikirin.
Salên dirêj pirsa wan wendayan jî ne pêkan bû. Dayikan bi dîzî şîna wan digerandin, dilojaro, stranên xwîn jê diherikîn mal bi mal, qonax bi qonax digeriyan lê kesî nedizanî ka ew qêrîn ji kezeba kîjan dayikê difûre.
Rûpelên salnameyê gava dîroka 27ê Gulana sala 1995an didan nîşan. Li Stenbola bîzansî, li kolana Perayê, li ber dibistana Galatasarayê bi serpereştiya dayikên Kurd dayikên Anatolyayê jî didan dû şopa çalakiya dayikên Plaza de Mayo. Ji wê rojê şûnde bi qasî 700 carî li wir li hev kom bûn. Daxwaza dîtina bi deh hezaran wendayan dikirin. Bi deh hezaran jî kuştiyên kiryarên wan ne diyar hebûn. Di kelegerma havînê de, di sirr û seqema zivistanê de, li ber pûk û baranê dayikan li doza xwe dewam kirin. Îradeyeke polayî didan nîşan. Çend desthelat û çendîn generalên qatil hatin û çûn, lê dayîk her li dewsa xwe man.
Dayikan di rojeke gulanê de dest bi çalakiya xwe kiribûn, dayikên Arjantînî jî li Plaza de Mayo ango li qada gulanê çalakiya xwe pêkdihanîn.
Di encamê de dibe ku li herdu aliyan jî di warê dîtin û vegerandina wendayan de pir destkeftên balkêş tunebin. Lê ev encam tiştek ji pîroziya têkoşîna dayikan kêm nake. Cudahiya di navbera her du aliyan ya herî girîng jî ev e. Heta niha di tu nûçeyê de em li rastî êrîşa li ser dayikên Arjantînî nehatine. Lê li perayê, li Stenbola xopan bi dehan caran dayik bûyîne armanca polîsên devbixwîn. Bi dehan caran di nav mij û dûmana jehrîn de hatîn fetisandin. Lê nafîle, heta niha ti tank û top, ti çek û rextên ji dilê dayikekê bihêztir peyda nebûye. Sed hezar caran silav li wan dilên polayî…
01.09.2018, Yenî Ozgur Polîtîka


