Diyarname
Li Înterê teknîk dîrektor Roberto Mancini ji kar hat girtin û Jose Mourinho anîn dêvla wî.
Menajerê Giorgio De Giorgis got ku Înterê teknîk dîrektor Roberto Mancini ji kar girtiye û teknîk dîrektor Jose Mourinho aniye dêvla wî. Mancini ku ev sê sal in Înterê dike şampiyon lê dîsa jî par gelek hatibû nîqaşkirin. Digel vê agahiyê jî ji tîma îtalyan Înterê hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Menajer De Giorgis wisa got: "Mancini bi awayekî pir xemgîn ji kilûba vediqete. Ji ber ku hê gelek tiştên ku di vî tîmê de pêk bîne hebûn. Lê kilûbê ji zû de ev biryar girtibû. Êdî Mourinho dê tîmê bide xebitandin."
Teknîk dîrektorê navdar Mourinho 8 meh berê ji tîma îngilîz Chelsea veqetiya bû û tê gotin ku dê Mourinho bi serokê Înterê Moratti re bê cem hev û li hev bike.
Her wiha li gor gotinan Roberto Mancini jî dê biçe tîma îngilîz Chelsea ku Avram Grant jê veqetiya ye bide xebitandin.
Ji rojnameya Fanatîkê hatiye girtin


