Diyarname
Artêşa Iraqê hatiye Kampa Mexmûrê û dixwaze dora wan têl bike. Gelê wir dijî vê yekê derdikeve.
Artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxê, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, ji danê siharê ve hewl dide, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike. Gelê li wê derê dijî naxwaze dor li wan bê dorpêçkirin û dijî vê yekê derdikeve.
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê Bêwar Unver derbarê hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo dorpêçkirina wargehê û hevdîtina bi şandeya Iraqê re kirî, ji bo Rojnewsê axiviye.
Bêwar Unver destpêkê diyar kir ku qasî du salan e hikumeta Iraqê hewl dide derdora wargehê dorpêç bike û wiha pêde çû; “Em wekî gelê Mexmûrê wisa dibînin ku ev bûyerek siyasî ye. Ji ber qasî 30 sal in em penaber in, me gelek wargeh guhertine, nêzikatiya niha ya hikumeta ıraqê li ser daxwaza dewleta Tirk pêk tê. Dixwazin xelkê wergehê di bin ambargoyê de bihêlin û îradeyê teslîm bigrin. Gelek caran di hevditinan de rayedarên Iraqê didin xuyakirin ku nêzikatiyên wan li ser daxwazên PDK û dewleta Tirkiyê ne.”


