Diyarname
Xêzeromana û Xêzefîlmê "Red Kit" bi navê din "Lucky Luke" li dinyayê yek ji navdartirîn xêzeroman û xêzefîlm e. Niha bi navê "Red Kît Li Sterbolê ye" pêşangeheke tê vekirin. Pêşangeh dê 10'ê gulanê li Navenda Çanda Yapi Kredi ya li Beyogluya Stenbolê li dar bikeve.
Pêşangeh dibin kuratoriya lêkolînerê xêzeromanan Didier Pasamonik de pêşangeh vedibe û heta 17'ê pûşperê dê vekirî be.
Di pêşangehê de ji xêzkirinên orjînal, serdema sazkirina karakter, pêşketina endustriya xêzeromanan, piştperdeya serdema Red Kit, fikra xweser a Red Kit ya li ser dinyayê heta afîşên sînemayê yên İzzet Gunay-Sadri Alişik cih bigirin.
Yapi Kredi digel vê pêşangehê di vê meha gulanê de du çalakiyên din ên bi vê re eleqedar li dar dixe. Yek jê di 19'ê gulanê de ji bo zarokan bi dramaya jîrekiyê atolyeya xwendinê bi navê "Zarok di vê pêşangehê de ne" û di 21'ê gulanê de jî bi sernavê "Serdema Ked Kit a li Tirkiyeyê" dê gotûbêjeke li Zanîngeha Koçê, li beşa Naevnda Lêkolînên Şaristaniya Anatoliyê li dar bikeve. Di gotûbêjê de dê Levent Cantek, Okay Gonensin û Eray Canberk wekî axifger cih bigirin.


