Diyarname
Dewleta Îranê 3'ê vê mehê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê Roznewbar bi sedema "Zimanê kurdî teşwîq dike û ji bo nasandina wê hel dide" lîsansa wê betal kiribû. Dewletê îro jî avakarê enstîtuyê Cyrus Abbasî û birê wî Azad Abbasî girt û şang girtîgeha Dehgolan.
Li ser vê yekê MA'yê nûçeyek belav kir û got ku Cyrus Abbasî û Azad Abbasî par di dema çalakiyên ji bo Jîna Emînî de roja 30'yê rezbera 2022'yan hatibûn tewqîfkirin. Piştî 32 rojên li hucreyê mayînê ew şandibûn Girtîgena Navendî ya Senendejê. Piştî 3 mehên girtîmayînê Dadgeha Cezayê Giran a Dehgolanê bi îdîaya "Xirakirina pergala raya giştî" 18 meh,ş bi îdîaya "li hemberî ewlehiya neteweyî sazkirina komployê" 48 meh cezayYê hepsê li wan birîbû, paşê ew bi kefaletê serbet berdabû.
Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê Roznewbar ev 6 sal bûn li bajarên Qorveh û Dehgolanê li ser kurdî perwerdehiyî didan. Niha lîsansa enstîtuyê hat betalkirin, her du bira hatin girtin.


