Diyarname
Ji ser axekê re sînor hatiye kişandin. Li her du alî du kon û li ber noberên ji arteşên cuda. Li her du aliyên sînor mayînên hatine binerdkirin ku dibin sedema mirina însanan.
Du leşkerên ku li wê derê nobetê digirin; pêşî wekî neyar, lê her ku diçe derdê xwe ji hev re dibêjin û pêre em dibin şahidê dîroka çikandina wan têlên sînor, kuştina mirovan û çîrokên din...
Em qala lîstika Teatra Avesta "Daf"ê dikin. "Daf" bi gotineke din "dahfik", yan jî "kêmîn". DAF ji aliyê Aydin Orak ve hatiye nivîsandin û Murat Garîpagaoglu derhêneriya wê kiriye. Di serlîstikvaniya lîstikê de jî Aydin Orak û Remzî Pamukçu hene.
Daf yekemcar di çarçoveya 18'emîn Festîvala Şanoyê ya Stenbolê de roja 3'yê mehê derket pêşberî temaşevanan û sînor derbas kir.
Teatra Avesta ku heta niha lîstikên wekî "Araf", "Tu ne Gara yî", "Rojnivîska Dînekî" derxistibû ser dikê, vê carê "Daf" derxist ser dikê û dibe ku ev lîstika wan a herî serketî be. Herî hindik ji bo lîstikê dekorek serketî saz kirine û perê jî lîstikvanî jî xwe dide qebûlkirin. Her çiqas mirov dikare bibêje diyalog û metna lîstikê dikaribû hinek din xurtir ba jî, bi vî awayî jî lîstik hêjayî temaşekirinê ye.
"Daf" ku antî-mîlîtarîzmê di nava xwe de dihebîne, di heman demê de balê dikişîne ser sînorên bê wate û mayînên ku dibin sedema mirina însanan.
Lîstika "Daf" roja 4'ê mehê jî li Garajistanbula Stenbolê, dîsa saet 20.30 de derdikeve pêşberî temaşevanan.
Kunye
Lîstik: Daf
Kom: Teatra Avesta
Derhêner: Murat Garîpagaoglu
Nivîsandina tekstê: Aydin Orak
Lîstikvan: Aydin Orak, Remzi Pamukçu
Ziman: Kurdî (Bi sernivîsa tirkî tê pêşkêşkirin)
Mawe: 60 deqîqe (Bênavber)
Cih: Garajîstanbol
Dem: 3 - 4 Pûşper, saet: 20.30
***
Nûçeyên eleqedar:
- 'Antigone' li Stenbolê bi kurdî derket ser dikê!
- Lîstikên kurdî dibin mêvanên Festîvala Şanoyê ya Stenbolê
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


