Diyarname
Hunermenda kurd Tara Caf bi arpa xwe ya navdar û dengbêjê kurd Salihê Qubîdî li Seyr-î Meselê derdikevin pêşberî hezkiriyên xwe.
Konsera Salihê Qubînî
Dengbêjê ji herêma Xerzan Salihê Qubidî heta niha klamên wekî Metran Îsa, Derwêşê Evdî, Genc Xelîl û Edûlê, Lawiko Dîno, Hay lo li min (Xêlyeya Farqînî), Koçero Lawikê Silîvanî, Şerê Hethetkê, Kilama Behcetê Dawûd di album, dîwan û konserên xwe de ragihandiye guhdarên xwe.
Qubînî niha bi konsereke li Meyr-î Meselê, li Stenbolê derdikeve pêşberî guhdarên xwe.
Dengbêj Salihê Qubîdî di konsera xwe ya 7'ê adarê de wê klamên xwe diyarî guhdarên xwe bike.
Konsera Tara Caff
Hunermenda navdar a kurd ku bi lêdana enstrumana xwe çengê û bi stranên xwe li dinyayê nav daye vê carê ji bo kurdên li Stenbolê wê deng bide. Tara Caf ku hê jî li Londonê dijî stranên xwe yên bi hewremanî, bi muzîka xwe ya navdar wê derkeve ser dikê. Salên borî bi navê "Diley Dêwanem" albuma Tara Caf li Stenbolê derketibû.
Konsera Tara Caf 9'ê adarê saet 20.00'an de wê li Seyr-î Meselê li dar bikeve.


