Diyarname
Îsraîlê êrîşeke hewayî li hemberî Nexweşxaneya El Ehli Baptist çêkir: Tê gotin ku 500 kes mirine. Berdevkê Îsraîlê dibêje hê nediyar e ev êrîş ê Îsraîlê ye yan na.
Şerê di navbera Îsraîlê û Filistînê de didome. Îsraîlê vê êvarkî êrîşê nexweşxaneyê kir.
Wezareta ku di destê Hamasê de ye got ku ligel kesên mirine bi sedan kesên avahî wekî stargeh bikar anîbûn jî bûne hedef.
Fotoyên ji Nexweşxaneya El Ehlî hatine belavkirin li gorîdoran şewat dixuye. Dîsa parçeyên cesedan û camên şikestî dixuyin.
îdîa ew e ku 500 kes mirine. Rayedarek gotiye ku dor 200-300 kesî mirine û birîndar bûne.
Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Tugamîral Daniel Hagari gotiye ku heta niha nediyar e ev êrîşa Îsraîlê ye yan na û gotiye, "Emê kîteyan hîn bibin û raya giştî agahdar bikin. Ez nikarim bibêjim ev êrîşa hewayî ya Îsraîlê ye yan na."
Li aliyê din berdevkê Îsraîlê gotiye ku wan hişyarî dabû ku Nexweşxaneya Baptistê û 5 nexweşxaneyên din vala bikin.