Gula Almastê
Pistepist kete nava pêşengehê, hemû leheng û karakterên di nav pelê pirtûkan de bêtebat hêviya xwendeyê xwebûn, ji nişkê ve baldarbûn; bû wîle wîla wan. Hema bêje hemûyan bi dengekî digotin: “Şahmaran hat! Şahmaran hat! Waa! Kê got, wê got, wî got, wa ye li wî milî ye, na, va ye li vî milî ye;”
Dengê wan bû hêwirze li nav pêşengehê geriya, di navbera çend xulekan de olan da, bi heyîrîn hemû guhên ker bel bûn, hemû çavên kor vebûn.
Dema ew hê li devê dêrî bû bi heybet hemû îhtîşama xwe ve bala hemû karakteran kişandibû ser xwe, ew bi çavhêl kete nava standan bi hemû milên xwe ve radihişt pirtûkan yek hildida yek datanî, çavê wê li ser bergan û serenavan digeriya. Wekî bi we ve jî eyan e li çîroka xwe û Mîrze Mihemed digeriya.
Dengê zerpê go: “Şahmaran! şahmaran! Heke nebînî pirtûka çîroka xwe, we re tu bixwe ji me re şîrove bike qewimîn û serbihûriyên xwe.” Ew deng li ser standa Ma zarokê ketibû.
Dîrokeke sergirtî bû helbet wekî şelte berf li ser de ketî be û bi sedsalan hêviya taveke bi tîn bû. Ji ber vê yekê bû Ehmedê Xanî vir de kesî bal nebiribû ser zarokan û mohra xwe li binê Nûbara Biçûkan nexistibû.
Ewil pirtûkên çîroka xwe li ber hemûyan re kirin, her yekî bi tanga xwe de hinekî bi quretî digot: “Erê em nîn bin ne pêkan e hûn hebin, hemû çîrok û dîrok bi me destpê dike; çi mîtolojî çi felsefe çi roman çi destan, meselok û çîrçîrok û hwd. Berê berî divê berê gotinê li ber ve me bikin.”
Şêxê Senan sond xwar bi zar û zimanê şîrîn û bi baweriya xwe ya evînê, go: “Edûlê her du keziyên xwe jêkirin li vê oxirê, heke hûn ji min nebawer in ka guhên xwe bidin Binevşa Narînê çawa dilîlîne eşqê bi êşê wê şevê heya vê rojê.”
Baba Tahîrê Uryan go: “Hemû evd û bende hêviya me ne, em bi çend risteyên zêrîn binexişînin dîroka kevnare.”
Melayê Cizîrî bû hewes, bi derba awirê Dîlberê xencer li ser dila hilahî, devê birîna qulingekî perşikestî dikewiya bi sewta Evdalê Zeynikê.
Pirtûkên helbestan diherikîn li hemû standan nizam çensed carî çend, guh dikeritandin qirik û gewrî li xwe diqetandin. “Ji me re şabaş, şabaş ji me re, çi baş û çi nebaş!”
Lêkolîn, vekolîn, bikolîn, gorkolîn, pir kolin, tenê bi yek awazî dikirin qîrîn: “Kurdî bixwînin ey nezanê xemsarîn û xwînsarîn.”
Karakterên pirtûkên şanoyê yên bi zimanê biyanî ji bo kurdî hatibûn wergerandin lêborîn ji wergerên xwe dixwestin, ji ber kesî poz pênedikir bi melûlî stûyê xwe xwar kiribûn hêviya çend kesên bi zanebûn xwe li wan bigirta sekinîbûn.
Mîzahê qet newêribû deng li ser xwe bixista, digotin: “Wê bêjin çawa dibe hûn karakterên ne qure diafirînin îja serbarê ser hûn me dikin pêkenokên li nav dev û diranan.”
Jixwe qala pirtûkên rexneyê qet mekin; ka kê diwêribû ji sêwirandiyê karakterekî re bigota pozka sola te xwar e, nexwe bi qasî tiliyên destekî nîn bûn, rebena bi tirs xwe wisa telandibûn wekî ne li wir bin!
Îja felsefe! Ew çi ye lo? Gotegotên pûç û vala, yekî got yekî pejirand. Na, pejirandina çi halê çi, bêje yekî got yekî din di ber de rabû berevajî wî, tiştên ne tu tişt gotin! Bi Xwedê da hîn ferhenga Gûrdîlî ne bûye bi dilî.
Pirtûkên qebqebe jî hebûn ên berhevkar û mehevkar jî yên zikê xwe bi diziye (bibire û pêvê bizeliqîne) ve nepixandibûn jî, ne bi hevgirtî bi tena serê xwe defa sînga xwe diwerimandin pêlî stukura hinekê din dikirin û digotin: “Ez û ez! Ne tu kûs û kes!”
Çend kovarên şermoke hebûn, çiqas bixwestibana bibêjin va ye em jî li vir in lê ji fediyan xwe ji hemûyan vedişartin.
Pirtûkên jibîrkirî hebûn bi melûlî derdor raçav dikirin di nav hewildaneke fûte de bûn li ber dilê xwe ve dihatin û digotin: “Helbet hinek ê me jî bîrbînin, ma çima, çi qewimî em wisa zû bi zû nayên jibîrkirin.”
Karakter li hev şêwirîn gotin: “Ê ka peyama dawî?” Diruşmeyek li banê pêşengehê asê mabû; “Bimre koletî! Bimre koletî!”
hatayguner@gmail.com
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Li Amedê ji bo pirtûkan roja dawî
- Welat Dilken '41+1'ê îmze dike
- Însiyatîfa Weşangerên Kurd li ser bûyera nivîskar Bereh daxuyanî da
- Nivîskarên me pirtûkên xwe îmze dikin
- Çorê Arda pirtûkên xwe îmze dike
- Li fûarê neheqî li Berken Bereh kirin
- Fûara Kîtaban ay Amedî dest pa kerd
- Piştî çar salan li Amedê carek din Fûara Pirtûkan li dar dikeve


