Diyarname
Balafirek ji Bolîvya diçû Kolombiyayê ku têde lîstikvanên tîma fûtbolê ya brezîlî Chapecoence Real jî hebû. Di encamê de lîstikvan jî di nav de 76 kes mirin 5 kes jê filitîn. Cîhana fûtbolê niha ji bo lîstikvanên Chapecoense digirî. Tîm ji bo ligel tîma Kolombiyayê Atletico Nacional bilîze diçû. Maça ji bo Kûpaya Sudamericana dihat lîstin.
Piştî bihîstina qezayê temaşevan li ber klûbê hatin ba hev, gelek klûbên dinyayê peyam weşandin. Tîma mezin a Spanyayê Real Madrîd û tîma katalan Barselona berî dest bi antremanên xwe bikin ji bo Chapecoense rawestina hurmetnîşandayînê çêkirin. Tîma mezin a îngilîz Chelsea jî heman tişt kir. Lîstikvanê efsanefî Maradona ji faceya xwe diyar kir ku ew gelek xemgîn e û ji niha û pêde ew piştgirê klûba brezîlî ye. Pele ji instagramê peyam weşandû wisa got: "Fûtbola Brezîlya di şînê de ye. Chapeconse li eyaleta Santa Catarina navçeyek biçûk e. Ne tenê li Brezîlya, li Başûrê Amerîkayê di fûtbolê de hatine heta astek. Ev trajediyek e. Ez sersaxwî ji bo malbatên kesên mirine dixwazim. Di nav aramiyê de razê..."
Reqîbê Chapecoense tîma Atletico Nacional bang li temaşevanên xwe kirin û got: "Emê li stada ku dê maç lê bihata lîstin bê ba hev û ji bo Chapecoense emê merasima bîranînê li dar bixin."
Klûbên Brezîlyayê bang li Federasyona Fûtbolê ya Brezîlyayê kirin ku Chapecoense 3 salan ji lîgê nekeve lîgek jêrtir kirin. Her wiha di serî de Gremio hemû klûbên Brezîlyayê gotin ku ew dikarin 1 an 2 lîstikvanên xwe bêpere bi kirêkirinê bidin Chapecoense. Ji lîga Arjantînê tîma Racing Clud jî heman pêşniyar kir.
Di Lîga Brezîlya de tîma Palmeiras ku şampiyoniya xwe ragihandiye di hefteya dawî de dê formaya tîma Chapecoense li xwe bike û wisa derkeve sehayê. Ji lîstikvanan di serî de Messi û Ronaldo gelek lîstikvanan peyamên sersaxiyê weşandin.
Tîma Fransa PSG ji bo FIFA'yê ragihand ku dê 40 mîlyon Euro pere diyarî Chapecoense bike.


