Diyarname
Li gor nûçeya Halk TV, Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel wê here bajarên kurdan ên wekî Amed, Wan, Culemêrg û yên din.
Kanalê ragihand ku Ozel roja 21'ê mehê dê here Girtîgeha Edîrneyê û bi Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş re hevdîtinê bike.
Hevserokên HDP'ê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari 17'ê mehê dê herin serdana Demirtaşî û girtiyên din.


