Diyarname
3'yemîn Fûara Pirtûkan a Îzmîrî "ÎZKÎTAP Fest" 19'ê mehê deriyên xwe ji bo pirtûkhezan vedike. Di nav saziyên beşdar de 4 saziyên kurdan, Weşanên Nûbihar, Na, Pirtûka Kurdî û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî hene.
ÎZKÎTAP bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê tê lidar xistin. Fûar wê li Kulturparkê li dar bikeve. Fûar îsal di navbera 19-28'ê mehê de bi beşdariya bi dehan weşanxaneyan li dar dikeve. Weşanxane, sahaf, plakfiroş wê standan vekin. Ligel vê gotûbêj, konser û rojên îmzeyan hin çalakiyên fûarê ne.
Mijara bingehîn a îsal "Wêjeya Zarokan" e û wekî Mêvanê Rûmetê jî navê nivîskar Ahmet Umît eşkere kirine.
Ji saziyên kurdan Weşanên Nûbihar (stand no 506), Weşanên Na (Stand no 422) û Pirtûka Kurdî (Stand no 510) wê standê vekin.
Li aliyê din Weşanên Na û Kîl bi hev re wê çalakiyek jî li dar bixin. Çalakiya wan bi sernavê "Cegerxwîn û Nâzim Hikmet" e û Hayri K. Yetik wekî axifger beşdar dibe. Çalakî 20'ê mehê saet 17.00'an de li 9 Eylul Sahneyê li dar dikeve.
Li aliyê din ji saziyên sivîl ên kurdan Weqfa Îsmaîl Beşîkçî jî beşdarî fûarê dibe. Weqif li standa 634'an dê li benda mêvanên xwe be.
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com