Diyarname
Di du lîgên UEFA'yê Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de êvana 18'ê mehê maçên çarîk fînalê hatin lîstin û tîmên ku derketin nîv fînaLê diyar bûn. Di nîv fînalê de tîmên bûn reqîbên hev jî eşkere bûn.
LÎGA EWROPAYÊ
Di Lîga Ewropayê de li Romayê du tîmên îtalyan hatin hemberî hev. Romayê bi 2-1 zora Milanê bir. Li Fransayê jî Marsilyayê tîma Portekîzê Benfica kir mêvan û bi 1-0 bi ser ket.
Li aliyê din West Ham Uneteda îngilîz Leverkusena alman kir mêvan. Maç bi 1-1'ê bi dawî bû, lê di maça yekemîn de Leverkusenê bi 2-1 reqîbê xwe têk biribû û loma ew bi ser ket. Û tîma îtalî Atalantayê jî tîma mezin a îngilîz Liverpool kir mêvan. Liverpool bi 1-0 bi ser ket. Lê di maça li Îngilistanê de Atalantayê 2 gol avêtibûn û bi vê Atalanta derbaî nîv fînalê bû.
Maçên nîv fînalê wekî du maç têne lîstin. Maça yekemîn roja 2'yê gulanê, rovanşê wan 9'ê gulanê li dar dikeve. Di nîv fînalê de fînalê de rewşa reqîban wisa çêbû:
- Marsilaya - Atalanta
- Roma - Leverkusen
LÎGA KONFERANSÊ
Di Lîga Konferansê de jî maç temam bûn. Fiorentina bi 2-0 reqîbê xwe Viktoria Plzen têk bir. Lile tîma Aston Villa bi 2-1 têk bir; bi vî awayî wekhevî çêbû, maç derbasî penaltiyan bûn. Di penaltiyan de Aston Villa bi serket.
PAOK'ê tîma Club Brugge kir mêvan lê li mala xwe bi 2-0 têk çû. Û Fenerbahçeyê jî Olympiakos ker mêvan. Fenerbahçe bi 1-0 bi ser ket. Ji ber wekhevî çêbû û encam neguherî serketî di penaltiyan de diyar bû: Olympiakos.
Di Lîga Konferansê maçên nîv fînalê wekî du maçan têne lîstin. Maçên yekemîn roja 2'yê gulanê û rovanşê wan 8 û 9'ê gulanê wê bêne lîstin, Di nîv fînalê de rewşa reqîban wisa çêbû:
- Aston Villa - Olympiakos
- Fiorentina - Club Brugge