Diyarname
Tam bi temamî bû 1000 hefte Dayikên Şemiyê li xizmên xwe diğerin, doza dîtina wan dikin. Îro ji bo hefteya 1000'î li meydanê bûn.
Rûniştina Dayikên Şemiyê di sala 1995'an de li ber Lîseya Galatasaraya Stebola Tirkiyeyê dest pê kir. Ji wê demê ve dixwazin her hefte li ber Lîseya Galatasaray rûnin, daxuyanî bidin û daxwaza dîtina xizmên xwe bikin. Lê heta niha gelek caran ew der li wan hat qedexekirin, gelek caran ew hatin binçavkirin, dem bi dem jî polîsan hemû kolan û kuçe girtin û nehiştin ew herin wir. Îro hefteya 1000'emîn bû.
Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo 1000'emîn hefteyê bi girseyî li ber Lîseya Galatasaray bûn. Hevserokên DEM Parti Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari ligel hin mebûsên DEM Partî jî li çalakiyê amade bûn.
Li erdê qumaşek reş raxistin û wêneyên xizmên wan ên winda danîn. Dayikan got, "Em dest ji doza xwe bernadin."
Li aliyê din li gelek bajaran jî îro ji bo 1000'emîn hefteyê çalakî hebûn. Li Amedê li Parka Koşuyolu, li Batmanê li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Gursel, li Entabê li Balikli Parki, li Semsûrê li Demokrasi Parki, li Sêrtê li ber avahiya ÎHD'ya Sêrtê, li Dêrsimê li Meydana Seyîd Riza, li Wanê li ber avahiya ÎHD'ya Wanê, li Gevera Culemêrgê li Sanat Sokagi, li Hatayê li ber avahiya İHD'ya Hatayê, li Silopiya Şirnexê li Engelsiz Yaşam Parki, li Îzmîrê li ber Sumerbanka Berê daxuyanî hatin belavkirin.
Ne hindik e, tam bi temamî 1000 hefte. Loma jî em fotoyên îro wekî Fotoyên Rojê hildibijêrin û belav dikin.…





