logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Heyeta Kurdan a Bilind hate avakirin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih li ser Artêşa Azad a Sûriyê û Heyeta Bilind a Kurdan axivî. Heyet saz bûye.

  • Dîrok: 24/07/2012
  • Beş: Nûçe

Maxime Azadî

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku li Rojavayê Kurdistanê partiya herî xwedî bandor e Salih Mislim, îdîayên çapemeniya Tirk ên ku dibêjin “Artşa Azad a Sûriyeyê gef li Kurdan xwariye” derewand û got; “Berûvajoyê wê sempatiya wan ji bo me heye.” Rêberê PYD’ê diyar kir ku tu têkiliyên wan ên organîk bi PKK’ê re tune ne û aşkere kir ku Heyeta Bilind a Kurdan jî hatiye damezrandin.

Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê rojên dîrokî dijîn. Li aliyekê ji bo parastina herêma xwe rêxistina xwe xurt dikin, li aliyeke din jî hewl didin ku ji bo pêşxistina şert û mercên jiyaneke aşitiyane bi gelên din ên Sûriyeyê re bang dikin. Kurdan di 19-22’ê tîrmehê de dest danî ser rêveberiya bajarên Kobanî, Efrîn, Dêrka Hemko û Amûdê, niha jî çavê Kurdan li mezintirîn bajarê Kurdan ê Rojavayê Kurdistanê Qamişlo ye.

Kurd ji sedî 15’yê şêniya Sûriyeyê pêk tînin. Li gorî çavkaniyên PYD’ê li paytext Şamê nêzî nîv milyon û li duwemîn bajarê mezin Helebê jî 600 hezar Kurd dijîn.

QAMIŞLO HERÊMA HERSAS E

Hevserokê PYD’ê Salih Mislim pêşketinên van rojên dawiyê ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku li Qamişloyê rewşeke aram heye, lê di nava gel aloziyek heye. Mislim got; “Qamilşo herêma hesas e” û diyar kir ku wana ji bo derketina hêzên ewlekariya Sûriyeyê ji bajêr tu ûltimatum nedaye.

HEYETA BILIND A KURDAN HAT DAMEZRANDIN

Hevserokê PYD’ê ragihand ku Heyeta Bilind a Kurdan a ku biryara damezrandina wê di peymana li Hewlêrê di navbera hêzên Kurdan de pêk hat de hatibû dayîn, hat damezrandin.

Du hefte berê, di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, her du meclîsên Rojavayê Kurdistanê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê li Hewlêrê li hev civiyabûn û biryar dabûn ku Konseya Bilind a hevpar a Kurdan bê avakirin. Ev peyman di nava raya giştî de weke Peymana Hewlêrê tê binavkirin, peyman ji 7 madeyan pêk tê, di nava vana de avakirina komîteyên hêzên parastinê jî hene. Heyeta Bilind a Kurdan dê li hundir û derve nunertiya hemû Kurdên Rojava bike.

DÊ KONSEYA BILIDN JI BO TEQWIYEYA LEŞKERÎ YA JI BAŞÛR BIRYAR BIDE

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniya da de got ku ev hêza ji ciwanên ku piraniya wan ji artêşa Sûriyeyê firar kirine pêk tê, heta niha ji bo Sûriyeyê nehatine şandin, lê ew dixwazin ku ji bo valatiya ewlehiyê ya piştî vekişîna hêzên artêşa Sûriyeyê dabigirin amade dikin. Hevseroê PYD’ê vê daxuyaniya Barzanî nirxand û piştrast kir ku ev ciwanên Kurd li Başûrê Kurdistanê tên perwerdekirin. Mislim diyar kir ku Heyeta Bilind a Kurdan dê biryara şandina van hêzên leşkerî bide û got; “Ger pêwîstî pê hebe, dibe Heyeta Bilind a Kurdan hatina wan erê bike.”

GIRÊDANEK ORGANÎK YA ME BI PKK’Ê RE TUNE YE

Serokê PYD’ê îdîayên ku PKK li Rojavayê Kurdistanê ye jî derewandin û aşkera kir ku, “Teqez tune ye. Tu têkiliyekî organîk yê me bi PKK’ê re tune ye.”

SEMPATIYA ARTÊŞA SÛRIYEYA AZAD JI BO ME HEYE

Hevserokê PYD’ê îdîayên ku di çapemeniya Tirk yên weke Artêşa Sûriyeya Azad ji ber pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê gef li wan xwarine jî derketine derewand. Mislim dema têkiliyên bi muxalefeta Sûriyeyê re jî nirxandin diyar kir;“Tam berovajiyê wê di navbera me de dostaniyek heye.” Mislim aşkera kir ku, Artêşa Sûriyeya Azad ya ku bi piştgiriya welatên rovaja hatiye çekdarkirin bûyî jî, sempatiya wan ji bo tekoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê heye. Mislim got; “Sempatiya wan ji bo me heye. Tu gef tune ne. çênebûne û em ne li bendê ne ku çêbibin jî. Bi xweşbînî û têgihiştî nêzîk dibin. Kurdan weke perçeyekî ji şoreşê dibînin.”

Hevserokê PYD’ê destnîşan kir ku, di asta komîteyan de têkiliyê wan bi Artêşa Sûriyeya Azad re hene û bang li raya giştî kir ku, ji nûçeyên manipulative yên bi vî awayî “bawer nekin”. Her wiha ji bo gelê Kurd jî peyama “Bila baweriya wan bi me bê” da.

EM NE LI BENDÊ NE TIRYIKE MUDAXELEYEKÎ LEŞKERÎ BIKE

Hevserokê PYD’ê bi lêv dike ku, gelê ku rêveberiya herêmê xistî destê xwe tenê ji bo ewlekariye xwe ye û ev ne tedbîreke li hember gelê din û wiha got; “Tiştên ku li vir diqewimin tevgerên ji bo parastina rewşa me ne. Li hemberî tu kesê nîne.”

Mislim da zanîn ku, ev çar sale ji bo projeya Xweseriya Demokratîk xebatê dikin û aşkera kir ku, hinek alî û derdorên Ereb jî ji bo Sûriyeyê dilgerm li vê modelê dimeyzînin.

Mislim ku dibêje, “Li gel gelê Tirk tu dijminahiyek me tune ye. Li dijî tu kesê pêngav neavêtiye.” Her wiha Mislim anî ziman ku ew ne li bendê ne ku dewleta Tirk mudaxeleyekî leşkerî bînin ser Rojavayê Kurdistanê û got; “ Ev hinekê girêdayî konjontura navneteweyî ye.”

DAHATÛYA ESAD ÊDÎ NE DI DESTÊ GELÊN SÛRIYEYÊ DE YE

Mislim destnîşan dike ku, dahatûya Beşar El Esad êdî ne di destê Sûriyeyiyan de ye û got; “Girêdayî konjonktura navneteweyî ye. Ger di nava wan de lihevhatin hebe dê biçe, biryara vê dê hêzên ji derve bidin.”

Mislim herî dawî da zanîn ku, li Sûriyeyê pevçûn zêde bûne, ger zêde nederkeve çapemeniyê jî di pevçûnên li Helebê de bi sedan mirov hatine kuştin.

Ji ANF'ê hatiye girtin
 

**

Nûçeyên eleqedar:

- Demirtaş li ser pêşketinên Rojava axivî
- Kurd di nava şerê rejîma Sûriye û muxalîfan de man
- Li Dêrikê jî rêveberî kete destê kurdan
- Kurdan rêveberiya Efrînê jî bi dest xist

- Kurdan rêveberiya Kobaniyê bi dest xistin

- Hevpeyvînek li ser rewşa kurdên Sûrî

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Efendiyê Gustîlan’ dê 50 saetan bidome

ad

Li Rojava Pêşbaziya Helbestan li dar dikeve

ad

Sedhezaran oxir li siyasetmedarên kurd kirin

ad

Bernameya Yenîsahneyê diyar bû

ad

Pirtûkxaneya ji Keştiyê di seferê de ye

ad

Li Serîe A'yê şampiyon diyar bû (Hat nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname