Diyarname
Lîstikvana navdar Taylor Swift ku hunermenda herî dewlemend a di nav qada muzîkê de ye, 5 mîlyon dolar alîkarî da mexdûrên bahozê.
Li eyaletên DYA'yê yên wekî Georgia, Florida, Carolinaya Bakur û li gelek cihên din bahoz rabû. Gelek kes mirin, gelek avahî xira bûn û mirov mexdûr in. Lîstikvana navdar jî dest avêt meseleyê. Swifst eşkere kir ku 5 mîlyon dolar alîkarî dide ji bo mexdûrên bahozê bê bikar anîn.
Feeding America bi awayekî fermî ragihand ku Swiftê ev pere daye.
Feeding America saziyeke alîkariyê ye piştî eşkerekirina vê alikariyê got, "Ger hûn dikarin beşdarî Taylor bibin û alîkarî bikin."
Forbes demek berê eşkere kiribû ku Swift bi 1,6 mîlyar dolarî stranbêja herî dewlemend a dinyayê ye.


