logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin

  • Dîrok: 06/11/2024
  • Beş: Nûçe
AMED
Komeleya Aştiya Civakî û Diyalogê hate avakirin. Dîlek Akyapi diyar kir ku dê li dijî neheqî, cihêkarî û zextan têbikoşin. 
Komeleya Aştiya Civakî û Diyalogê (TOD-DER) li Şaxa Odeya Endezyaran a Amedê daxuyanî da çapemeniyê û damezirandina xwe ragihand. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. 
Cîgira Serokê Komeleyê Dîlek Akyapi di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Cîhan, Rojhilata Navîn û Tirkiye di pêvajoyeke aloz de ye. Newekheviya di dahatê de ku kapîtalîzm kûr dike, karesatên hawirdorê yên ji ber krîza avhewayê diqewimin û koçberiyên girseyî yên şer rê li ber vedikin, civakê ji gelek mafên xwe mehrûm dihêle. Her roj bi milyonan kes li dijî bêedaletiya şer û xizanî rê li ber vedike têdikoşin.” 
Akyapi, destnîşan kir ku şerên heyî, bawerî, aştî û têkiliyên civakî yên di navbera gelan de tune dikin û wiha pê de çû: “Krîzên piralî mmirovan mehkûmî bêdengiyê dikin û hewl didin têkoşîna lêgerîna maf tune bikin. Rêya xelasiya ji vê pêvajoyê jî, ne tenê hewldanên şexsî lê têkoşîna hevpar a civakê ye. Rêxistinên civaka sivîl jî tam di vê serdemê de weke aktorên sereke yên edalet û lêgerîna wekheviyê û weke aktorên guherîna civakî derdikevin holê.”
'JI BO SEWEXTKIRINA HIQÛQÎ DÊ XEBAT BÊN KIRIN’ 
Akyapi, wiha pê de çû: “Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê dê di vê çarçoveyê de bibiryar e ku li dijî pevçûn û krîzên civakî, mekanîzmayên aştî, guftûgo û piştevaniyê pêş bixe. Armanca me ew e ku hemû derdorên civakê bi awayekî wekhev beşdarî pêvajoyên polîtîk û demokratîk bikin, ji bo nasname û komên cuda ji hev fêm bikin jî pirekê ava bike. Em ê li cem kesên di nava civakê de rastî cihêkariyê tên cih bigirin, bibin dengê wan û ji bo bi hev re pirsgirêkan çareser bikin, dê bi wan bidin hîskirin ku bi tenê nînin. Em ê hêza civaka sivîl veguherînin têkoşîna aştiyê, derdorên cuda yên civakê bînin gel hev, ji bo ku bikarin xwe bi awayekî azad birêxistin bikin, dengê xwe bidin bihîstin û têkoşîna xwe ya maf bidomînin piştgirî bidin wan. Di vê çarçoveyê de jî ji bo heqîqeta civakî were zanîn û ev têgehiştine pêş bikeve, li dijî binpêkirina mafan jî em ê piştgiriya hiqûqî bidin. Em ê binpêkirinan belge bikin û pêşkeşî raya giştî bikin. Xebatên me yên serwextkirina hiqûqî jî tenê bi lêgerîna edaletê ya şexsî bisînor namîne, dê bibe parçeyeke têkoşîna edaleta civakî û hesabdayînê.” 
‘DIVÊ BI AWAYEKÎ WEKHEV DI NAVA JIYANÊ DE CIH BIGIRIN’ 
Akyapi, bal kişand ser pirsgirêkên jin dijîn û wiha got: “Bi awayeke wekhev cihgirtina jinan a di nava civakê de, şexsiyeta wan a azad û serbixwe, ji bo civakeke demokratîk û domdar jênevegere. Rêza em ji bo civak û xwezayê digirin, di heman demê de berpirsyartiya parastina mîrateya mirovahiyê jî bi xwe re tîne. Texrîbata ekolojîk ku ji ber çavbirçîtiya mezinbûnê ya sermayeyê diqewime, bi xwe re krîza avhewayê hêj mezintir kiriye û gefê li jiyana hemû zindiyan dixwe. Lewma jî ji bo parastina xweza û ekosîsteman, em ê bi mebesta cîbicîkirina edaleta hawirdorî zemîna piştevanî û hevkariyê ava bikin. Bi vê motîvasyonê jî em ê di xebatên xwe de wekheviya zayendî û edaleta avhewayî esas bigirin.” 
‘EM Ê LI DIJÎ CIHÊKARIYÊ TÊBIKOŞIN’
Akyapi, axaftina xwe wiha qedand: “Weke komele, em ê li cem komên cihêkarî lê tê kirin cih bigirin. Ji bo jiyaneke wekhev, adilane û demokratîk, em ê bi hemû derdorên civakê re li dijî neheqî, cihêkarî û zextan têbikoşin. Ev rêwîtiya em îro li vir didin destpêkirin, bi armanca avakirina civaka kedxwarî, bêedaletî û newekhevî tê de tune ye. Bi piştevaniyê ber bi aştiyê ve, bi aştiyê ber bi wekheviyê ve û bi wekheviyê ber bi azadiyê ve.” 
MA
 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rojeva dinyayê ev e: Bila mirov hefteyê tenê çar rojan bixebitin

ad

Yaşar Kemalî ji bo Ahmet Aras û folklora kurdî got çi?

ad

Însiyatîfa Weşangerên Kurd li ser bûyera nivîskar Bereh daxuyanî da

ad

Rocê Kitaban ay Mûnzûrî virazêna

ad

'Kurdistan' tu çi yî?

ad

107 kes mirin 136 kes winda ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname