Diyarname
Li Çînê xelata "Nivîskarê Navneteweyî yê Herî Bandorker" dan nivîskarê xwediyê Nobelê Orhan Pamuk.
Yek ji koma çapemeniyê ya Çînê Nanfang Daily Media Group xelata "Li Çînê Nivîskarê Navneteweyî yê Herî Bandorker" dide. Komê di çarçoveya çalakiyên "2012, Hefteya Wêjeyê ya Navneweyî ya Başûrê Çînê" de xelat "Li Çînê Nivîskarê Navneteweyî yê Herî Bandorker" da Orhan Pamuk.
Digel xelatê, di heman demê de eşkere kirin ku dê pirtûkê Orhan Pamuk "Saf ve Duşunceli Romanci" bi çînê çap bikin. Ev pirtûk, razên 35 salan ên nivîskariya Orhan Pamuk, û di heman demê de notên dersên wî yên li Zanîngeha Harvardê dane pêk tê, ku pirtûk di sala 2011'an de li Tirkiyeyê çap bûbû.
Hema hema hemû pirtûkên Orhan Pamuk li Çînê li çînî hatine wergerandin û ew yek ji nivîskarên navneteweyî ye ku li Çînê gelek tê xwendin. Romana Pamuk "Masumiyet Muzesî" li çînê di nav 10 pirtûkên herî zêde eleqe dibînin de ye. Dîsa romana Pamuk "Benim Adim Kirmizi" li Çînê gelek eleqe dibîne ku heta niha nîv mîlyon heb jê hatiye firotin. Ev pirtûk bi navê "Navê Min Sor" li kurdî jî hatibû wergerandin.




