REQA
Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Kantona Reqayê bi diruşma "Bi berxwedana jinan huner geş dibe" pêşangeheke wêneyan vekir.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dewam dikin. Bi vê boneyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Kantona Reqayê pêşangeheke wêneyan vekir. Pêşangeh bi diruşma “Bi berxwedana jinan huner geş dibe” li Qada Jina Azad a bajarê Reqayê hat vekirin.
Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl û bi dehan şênî di merasima vekirinê de amade bûn. Pêşangeh ji aliyê dayika şehîd Seyîd Qamişlo, Eşwaq El Mihemed ve hat vekirin.
8 jinên ciwan ên ji Reqa û Tebqayê bi 18 tabloyan beşdarî pêşangehê bûne.
ANHA




