Diyarname
Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê navê Orhan Dogan li parkê kiribû, lê qeymeqamî ev nav red kir.
Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê, di civîna xwe ya meha avrêlê de biryar da ku navê "Parka Dibistana Perwerdeyê ya Mamosteyan a Wanê" biguherîne û bike "Parka Aştiyê ya Orhan Dogan". Meclisê ji bo fermiyetê biryar ji bo qeymeqamiyê şand û lê qeymeqamî ev biryar red kir.
Li gor nûçeya MA'yê qeymeqamiyê ji bo sedema redkirinê gotiye "gelek girîng e navê parkê wekî "Parka Dibistana Perwerdeyê ya Mamosteyan a Wanê" bimîne" û wiha gotiye: "Ji ber ku ev nav ne tenê nasnameyekê temsîl dike, di heman demê de bîr û mîrateya çandî ya civakekê, bi hezaran mezûn û bi sed hezaran xwendekarên perwerde kirine temsîl dike. Perwerde yek ji hêmanên herî girîng e ku pêşeroja civakekê ava dike. Ev park bîranînên perwerdekar û xwendekarên me yên berê zindî dihêle û di heman demê de îlhamê dide nifşên nû. Der barê mijarê de; ji ber vê yekê, navlêkirina nû dê di cihên nû yên civakî de guncawtir be ku ji hêla şaredariya we ve were avakirin; ji ber ku hêz tune be jî, ji ber ku di guhertina navê heyî de tu eleqeya gel tune tê hesibandin; biryara Desteya Şaredariyê ya bi dîroka 10.04.2025'an ji aliyê qeymeqamtiya me ve nehat erêkirin."
Şaredariya Rêşa Armûşê wê li dijî biryara redkirinê ya qeymeqamiyê îtiraz bike.


