Diyarname
Li Bakur, Başûr û Rojava, li bajarên Tirkiyeyê, bi temamî bi dehan bajaran îro 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bi çalakiyan hat pîrozkirin.
Va ne hin agahî:
AMED, 'MAF BI TÊKOŞÎNÊ TÊ BIDESTXISTIN'
- Li Amedê cihê çalakiya ji bo 1'ê Gulanê Meydana Îstasyonê bû. Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakırhan û Hevserokê KESK'ê Ahmet Karagoz jî beşdarî mîtînga vir bûn.
Hevseroka Sendikaya DÎSK'ê ya Amedê Sabahat Sever got, "Maf nayê dayîn bi têkoşînê tê bi dest xistin. Emê bên ba hev û bi ser bikevin."
WAN, LI HEMBERÎ KAYÛMAN TÊKOŞÎN DÊ BIDOME
- Li Wanê bi hezaran kes li ber Gunpaş AVM hatin ba hev û ber bi Parka Musa Anter ve meşiyan. Li vê derê mîtînga ji bo 1'ê Gulanê li dar ket. Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan ê ji peypirê hatiye girtin axivî û got, "Li hemberî kedxwarî, destdana vîna gel û li hemberî kayûman emê têkoşina xwe bidomînin.
Hevseroka DBP'ê Çigdem Kiliçgun Uçar got, "Dem ew dem e ku em deng û têkoşîna xwe bikin yek û welateke demokratik ava bikin."
STENBOL, LI KADIKOY GEL HAT BA HEV
- Li Kadikoya Stenbolê bi hezaran kes hatin ba hev. Mîting bi diruşma jiyaneke qekhev, azad û demokratik hatin ba hev.
- Li aliyê din li Stenbolê heyetek ji DÎSK'ê (Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger) çûn Meydana Taksîmê û ji bo kesên di Newrozê de hatine kuştin çeleng danîn ber abîdeyê..
DEM PARTÎ: EM DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN
- DEM Partî di peyama belav kir de got, "Ji bo keda me neyê xwarin, ji bo jiyaneke adil, wekhev, jiyaneke adilane û demokratik emê dest ji têkoşînê bernedin. Bijî 1'ê Gulanê.
ŞENGAL
- Li Şengalê jî Roja 1'ê Gulanê hat pîrozkirin. Di daxuyaniya hat dayin de hat gotin ku dê karker û kedkar dinyayê ji zilmê rizgar bikin.
BAŞÛR
Li bajarê Silêmanî komek gel li Kolana Saholeke dest bi meşê kirin û heta Baxê Giştî bi diruşma "Nan, Kar, Aramî" meşiyan.
ROJAVA
Li Rojava li bajarên wekî Kobanî, Qamişlo û gelek cihên din 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê hat pîrozkirin.
Di çalakiya li Kobanî de Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê Hedlê Hesen axivî û got: "Em vê rojê, li tevahî karkerên ku bi şev û roj ji bo pêşxistina civaka xwe di tevgerê de ne, pîroz dikin."
Dûre hunermendên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanî û Hîlala Zêrîn stran gotin.
MSD'ê (Meclisa Sûriyeya Demokratik) di daxuyaniya belav kir de got, "Em wekî MSD di vê baweriyê de ne ku bêyî rûmet û mafên karkeran siberojeke Sûriyeyê tune ye. Em pabendî parastina berjwendiyên kakeran in, piştgiriya têkoşîna wan a rewa dikin. Her wiha em ê ji bo pêkanîna jîngeheke dadmend ku mafên wan diparêze, tê bikoşin.”
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 1'ê Gulanî Pîroz bo / 1'ê Gulanê Pîroz Be


