Wan
Şaredariya Payîzava ya Wanê cara pêşî şahiyeke biharê li dar xist û şahî bi coş temam bû.
Şahiya Biharê bi coş dest pê kir. Bi sedan kes beşdarî şahiyê bû. Hozan Reşo, Aylin Demir û Şiyar Berwarî bi stranên xwe coş dan beşdaran.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydanê ji peywir hatiye girt di xahiyê de axivî û got, “Em ber bi aştiyê ve dimeşin, em di pêvajoyeke de ne em gelek nêzî aştiyê ne. Gelê kurd hebûna xwe û rûmeta xwe bi dinyayê daye qebûlkirin. Em heta dawî li pişt vê pêvajoyê ne."
Hevserokê DEM Partî yê bajarê Wanê Veysi Dilekçi axivî û got ku ewê li her derê xebata aştiyê bidomînin.


