Diyarname
Li ser rûyê dinyayê Messiyekî hebû, her çiqas biçûk be jî niha yekî din lê zêde bû.
Lîstikvanê navdar ê Barselonayê Lionel Messi bû bav. Messi û evîndara wî Antonella Roccuzzo ku ev demeke dirêj e bi hev re dijîn kurikek ji bo wan çêbû. Messi navê Thiago li kurê xwe yê biçûk ku pêr serê sibê saet 5.00'an de hat dinê kir.
Lionel Messi û Antonella Roccuzzo ji 4 salî ev hez dinasin. Antonella Roccuzzo ji Arjantînê ve hevala wî ya zarokatî ye.
Her wiha Lionel Messi û Antonella Roccuzzo ev demeke dirêj e wekî evîndar hevalên hev in û bi hev re dijîn.
***
Têbiniya Diyarnameyê: Ev nûçeya ku kurê Messî hat dinê li hemû dinyayê hat belavkirin û pêre jî hemû hezkiriyên wî peyamên pîrozbahiyê ji Messi re şandin. Lê Messi piştî belavkirina nûçeyê li ser Facebookê peyamek weşand û got: Sipas ji bo hemû pîrozbahiyan lê hê zarokê me nehatiye dinê. Silav ji bo we hemûyan.
Li gor gahiyên dawî li bendê ne ku roja 21'ê mehê zarokê wan bê dinê.